MEB li pey hesappirsîna mamosteyên aştîxwaz e
HATAY (DÎHA) - 817 kedkarên perwerdehiyê yên li Hatayê ji bo aştiyê rojekê dest ji kar berdan û der barê wan de lêpirsîn hat vekirin, di dorpêça Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) de ne. Der barê mamosteyan de bi îdîaya "Perwerde asteng kirine" lêpirsîn hat vekirin.
Di 29'ê Adara 2015'an de di pêşengiya KESK, DÎSK, TTB û TMMOB'ê de bi silogana "Li dijî şer avakirina biratî û aştiyê" ji bo rojekê biryara girevê hat stendin. Di çarçoveya biryarê de çalakî hat lidarxistin. Piştî çalakiyê li Hatayê der barê 817 kedkarên perwerdehiyê de doz hat vekirin. Kedkarên ku rojekê kar berdan û aştî xwestin bûn hedefa Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB). MEB'ê bi îdîaya perwerde asteng kirine der barê kedkarên perwerdehiyê de lêpirsîn vekir.
Di çarçoveya lêpirsînê de ji aliyê mufettişên taybet ve îfadeya mamosteyan hat girtin. Kedkarên perwerdehiyê yên der barê wan de lêpirsîn hat vekirin diyar kirin ku ew dê heta dawî aştî û demokrasiyê bixwazin.
Serokê Şaxa Egitim Senê yê Hatayê Dursun Soydan, diyar kir ku ji ber polîtîkayên tundiyê mafê xwendekaran ê perwerdehiyê ji destê wan tê girtin. Soydan, bertek nîşanî lêpirsîna li mamosteyan hatiye vekirin jî da û diyar kir ku ew dê ji tekoşîna aştî, demokrasî û kedê gavan paşve navêjin. Soydan, da zanîn ku pir balkêş e Wezaret bi hinceta "Perwerde asteng kiriye" lêpirsînê li wan vedike, lê dewlet bi xwe perwerdehiyê asteng dike.
(mae)