Ji bo ked û aştiyê dakevin qadan
EDENE (DÎHA) - Kedkarên li Edeneyê têkildarî 1'ê Gulanê Roja kedkarên cîhanê dê bi silogana "Li dijî şer aştî" dakevin qadan. Berdevka Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edeneyê Gulşen Topal, diyar kir ku ew jiyanek mirovane ku nayên kutin dixwazin. Topal, da zanîn ku ew ji yanek bi aştî dixwazin û ji bo wê dadikevin qadan.
Kedkarên li Edeneyê bi boneya 1'ê Gulanê bi girseyek mezin pîroz bikin û li dijî şer aştiyê bixwazin dest bi xebatan kirin. Mîtînga 1'ê Gulanê ya Edeneyê dê li Qada Ugur Mumcu bi silogana "Li dijî şer aştî" pêk bê. Kedkar û hêzên demokrasiyê ji bo aştiyek mayinde bang li her kesî kirin ku tev li mîtînga wan bibin. Têkildarî amadekariyên 1'ê Gulanê yên li Edeneyê Berdevka Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edeneyê Gulşen Topal, diyar kir ku ew jiyanek mirovane ku nayên kutin dixwazin. Topal, da zanîn ku ew ji yanek bi aştî dixwazin û ji bo wê dadikevin qadan. Topal destnîşan kir ku di vê pêvajoya ku her roj mirov tên qetilkirin de dê daxwaza wan a sereke aştî û jiyanek mirovane be. Topan, da zanîn ku dê ji bo aştiyê jiyanek mirovane bixwazin.
Nûnerê Sendîkaya Dev Tekstil a Çukurova Ahmet Subaşi jî diyar kir ku mafê kedkaran tê xwarin û ji bo ev binpêkirina mafê kedê bi dawî bibe dê dakevin qadan. Subaşi, anî ziman ku ji bo mîtîngê kolan bi kolan belavokan belav dikin û xebatên mîtîngê li her kolan û taxan dimeşînin.
Em dê aştiyê bixwazin
Serokê Şaxa TUMTİS'ê yê Edeneyê Halil Çekin jî anî ziman ku kedkar dê li dijî polîkayên AKP'ê yên şer aştiyê bixwazin û li dijî desteserkirina kedê dakevin qadan.
Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Huseyin Beyaz jî anî ziman ku yê ji bo mafê ked û azadiyê bi hemû hêzên kedê re li qadan bin. Beyaz, xwest her kes ji bo aştî, demokrasî û çareseriyê dakevin qadan.
(mae)