DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Nivîskarên jin çîrokên koçberiyê berhevkirin

 
21 Nîsan
09:10 2016

ÎZMIR (DÎHA) - Komeleya Nivîskarên Jin bi projeya çîrokên koçberiyê ya bi navê "Jinên Koçber", di 21'emîn Fuara Pirtûkan de bi xwendekaran re hatin gel hev.

Di 21'emîn Fuara Pirtûkan a Îzmirê de bi hezaran pirtûkên nû bi xwendevana re hatin parvekirin. Ji pirtûkên nû yên di fuarê de herî zêde bala xwendekaran kişand jî pirtûka "Çîroka Koçberiyê" ya ji hêla Komeleya Nivîkarên Jinên ve hatiye berhevkirin bû. Heta niha ji hêla Komeleya Nivîskarên Jin ve gelek pirtûk der barê jinan de hatine nivîsandin. Herî dawî bi vê pirtûkê re xebateke serkeftî derketiye bolê.

Pirtûka di bin navê "Çîrokên Koçberiyê" ku ji hêla Komeleya Nivîskarên Jin ve hatiye herhevkirin de, li ser çîrokên 43 jinên li çar aliyê Tirkiyeyê disekine. Di çîrokan de li ser maxduriya jinên di dema şer de koçber bûne disekine.

Jina bi navê Sevgî Çîfter a berpirsiyariya projeya weşana Komeleya Nivîskarên Jin girtiye ser xwe, diyar kir ku di demên dawî de şer wekî kabusekî bi ser civakê de girtiye, ji vî şerî yên herî zêde zextan dibînin jin û zarok in û ev tişt got: "Dîroka mirovahiyê bi koçberiyê hatiye dagirtin. Em jî wekî komele dixwazin li ser beşeke vê dîrokê bisekinin. Ji ber koçberiya bi darê zorê, em jî dixwazin bi riya wêjeyê hin tiştan bînin ziman."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN