DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

DBP amadekariya Kongreya Awarte dike

20 Nîsan
12:13 2016

AMED (DÎHA) - Xebatên 4'emîn Kongreya Awarte ya DBP'ê dê di 22'yê Gulanê de bê li darxistin, beriya amedekariyên kongreyê, komîsyonek hat avakirin. DBP bi vê kongreyê dixwaze di aliyê naverok û rêveberiyê de gelek guhetinên nû pêk bîne, dê berî kongreyê di navbera 25'ê Nîsan û 5'ê Gulanê de li gelek bajaran civîn bên li darxistin.

Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) der barê 4'emîn Kongreya Mezin a Awhemû de ji navçe, bajar, ciwan û rêxistinên jinan re giştînameyek şand. Kongreya dê di 22'yê Gulanê de li Enqereyê bê li darxistin, hat gotin ku di serkatiya Hevserokê Giştî Kamuran Yuksek de komisyonek hatiye avakirin, dê li 9 bajaran civîn bên li darxistin.

Di giştînameyê de li ser êrîşên li dijî DBP'ê jî hat rawestandin û hat gotin ku di êrîşan de 3 endamên Meclisa Partiya wan hatine qetilkirin û ev tişt hat gotin: "Tenê armanceke van êrîşan heye, ew dixwazin bi van êrîşan partiyê xwe bi rêxistinkirina gelê me ye bidin girtin. Dixwazin bi terorîzekirinê pêşî li xwe rêxistinkirina gelê me bidin girtin. Riya bi hevre jiyanê di welatekî demokratîk û Xweseriya Demokratîk re derbas dibe."

Di giştînameyê de li ser armanca kongreyê jî hat sekinandin û hat destnîşan kirin ku dê bi 4'emîn Kongreya Giştî a Awarte re, hem di aliyê reveberî û hem jî di aliyê naverokê de guhertinên nû bên çêkirin. Dê berî kongreyê ji hêla komîsyona amadekar a kongreyê ve di navbera 25'ê Nîsan û 5'ê Gulanê de li gelek bajaran civîn bên li dar bixe.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN