DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Ji jinan banga xurtkirina hevgirtina bi Hezexê re

 
20 Nîsan
10:26 2016

ŞIRNEX (DÎHA) – Li Hezexê pêşengiya xebatên hevgirtinê û ji nû ve avakirinê di pêşengiya jinan de dimeşe. Jinên ku ji Enqere û Stenbolê hatin navçeyê bang li raya giştî kirin ku hevgirtinê mezin bikin.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê ku dorpêç û êrîşên tevkujiyê 44 rojan berdewam kir, xebatên ji nû ve avakirina bajêr didome. Li navçeyê piştî tespîta xisaran, jiyana rojane car din zindî dibe û xebatên li navçeyê di pêşengiya jinan de pêş dikeve. Yek ji jinên ku li navçeyê tevlî xebatên hevgirtinê bûyî jî aktîvîsta Meclîsa Azadiya Jinê Dr. Derya Ethem e. Ethem destnîşan kir ku kampanyaya hevgirtinê ya li Kurdistanê li rojavayê Tirkiyeyê tê krîmînalîzekirin û ew bi xwe ji ji xebatên çapemeniya azad û tevgera jinê ji rastiya navçeyê agahdar bûye.

Ethem anî ziman ku ew ji bo hevgirtinê ji Enqereyê hatiye Hezexê û wiha axivî: "Çi ji destê min tê dixwazim bikim. Ne tenê alîkariya madî. Têkiliya bi mirovan re, bi hev re xebat meşandin, axaftin hem hêza xebatê bilind dike hem jî hîsa tenêbûnê ji holê radike.

'Divê em hevgirtinê mezin bikin'

Ethem destnîşan kir ku li navçeyê ji avakirina malan heya xurtkirina dêrûniya zarokan gelek kar hene ku bên kirin û ji bo van karan jî bar dikeve ser milê herkesî. Ethem bi van gotinan banga hevgirtinê kir: "Mirov çiqas ji van deran dûr be, ev hevgirtin ewqas tê krîmînalîzekirin. Ji bo em rê li ber vê bigirni divê em bi hev re tevbigerin."

'Bilêtek bistînin û werin Hezexê'

Aktîvîsta Hewldana Jinê ya Ji Bo Aşitiyê Macîde Yilmaz jî da zanîn ku ew beriya qedexeyê jî hatiye Hezexê û li gel hemû êrîşan jî gelê navçeyê bêzar nebûye. Yilmaz anî ziman ku dê li gel hemû zext û hewldanên astengkirinê jî hevgirtina xwe ya bi Hezexê re xurttir bikin û wiha pê de çû: "Bi taybet her ku hevalên me yên ji bajarên rojavayê Tirkiyeyê tên, zextên li ser gel jî kêm dibe. Ji ber ku ditirsin ku tiştên li vir hatine jiyin were bihîstin. Herkes dikare were Hezexê, tenê bilêtek e. Li vir cihê ku lê bimînin heye, xwarina wan heye. Tu tiştek nekin jî dikarin werin taxan û guh bidin jinan."

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN