'Divê CHP bibêje na'
ENGÎN EREN
SÊRT (DÎHA) - Seroka Baskê Jinan a CHP'ê ya Başûrêrojhilat Îlknur Savci têkîldarî nîqaşên rakirina destnedayînan, berovajî Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu yê ku aşkera kir dê piştgiriyê bidin, got ku divê CHP bibêje "na". Savci anî ziman ku heke destnedayîn bên rakirin dê tiştên xirabtin biqewimin.
Seroka Baskê Jinan a CHP'ê ya Başûrêrojhilat îlknur Savci têkîldarî rakirina destnedayînan a ku hate rojeva Meclîsê diyar kir ku divê di vî mijarê de partiya wan bibêje "na". Savci bilêv kir ku heke li meclîsê ji bo rakirina destnedayînan "erê" derkeve dê pirsgirêkên cidî biqewimin û nirxandina "ji bo çareserkirina pirsgirêkan çi ji destên me tê divê em bikin" kir. Savci ya ku gotina "ez jî wekê gelê me difikirim" bi kar anî wiha berdewam kir: "Gelê me jî li bendê ye ku CHP bibêje na. Tu wateya kurkirina pirsgirêkan nîne. Li hemberî CHP'ê bertek zêde dibin. Heke 'erê' derkeve dê piştre xirabtir bibe. Ji ber vê yekê jî di partiyê de gelek dengên cuda derdikeve, di navbera me de nîqaş hene."
'Dê tiştên xirabtir biqewimin'
Savci destnîşan kir ku gelê herêmê naxwazin vegerin paşerojê û wiha axivî: "Dîsa etina parlamenteran li girtehê ne baş e. Em bi jiyankirina heman tiştan bêzar bûne. Heke parlamenter ji ber ku fikrên xwe tînên ziman bikevin girtîgehê dê li her derê bûyer biqewimin. Rakirina destnedayînan dê pirsgirêka kurd çareser neke dê demokrasiyê neyne welat." Savci bilêv kir ku dema ku parlamenterên HDP'î bên girtin dê bûyerên ku dema Leyla Zana ji meclîsê hate avêtin xirabtir biqewimin.
'Divê di demeke kin de muzakere dest pê bike'
Savci got ku li herêmê ji ber bûyerên ku diqewime herî zêde bandorê li ser jinan dike û ev tişt anî ziman: "Li vir HDP, AKP, MHP, CHP ferq nake. Tenê em dixwazin ev şer bi dawî bibe. Gelê me ji ber pevçûnên dîsa dest pê kirine aciz in. Di vî şerî de gel zirarê dibîne. Divê di demeke kir de muzakere dest pê bike û aştî pêk bê."
(sa)