DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Li Îzmîrê rawestgeha yekem; Weşanxaneya Aram

 
20 Nîsan
09:14 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Weşanxaneya Aramê ligel ku li Kirşehîrê pirtûkên wan hatin desteserkirin jî di 21'emîn Fuara Îzmîrê de xwe gihand xwendevanan. Parsatinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û romanên gerîlayan vedibêjin herî zêde eleqe dibînin.

Weşanxaneya Aramê ku beşdarî 21'emîn Fuara Pirtûkan a Îzmîrê ya bi hevkariya Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê û TUYAP'ê ve hate organîzekirin bû bi weşanên xwe yên dewlemend ve balê dikişîne. Beriya du rojan fuar bê vekirin li Kirşehîrê 3 hezar û 959 pirtûkên Weşanxaneya Aramê bêyî ku li naveroka wan bên mêzekirin hate desteserkirin. Di nava pirtûkên ku herî zêde balê dikişînin û tên firotin de pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pirtûkên gerîlayan vedibêjin hene.

Xwendevan xwedî li Aramê derketin

Xwendevanê Weşanxaneya Aramê Sînan Demîr diyar kir ku mafê xwendin û kirîna pirtûkan a xwendevanan tê astengkirin û desteserkirina pirtûkan nehiqûqî ye. Demîr bilêv kir ku ew li dijî vî nehiqûqiyê bêhtir piştevaniyê didin Weşanxaneya Aramê û wiha axivî. "Em jî îro bi hevalên xwe yên dibistanê re hatin fuara pirtûkan. Yemekîn rawestgeha me bû Weşanxaneya Aramê. Ji ber ku hemû pirtûk bi awayeke neheq hatin dasteserkirin."

Welatiyê bi navê Turan Yildiz jî destnîşan kir ku li fuarê bi sedan weşanxane hene lê tenê pirtûkên Weşanxaneya Aramê tên desteserkirin û ligel hemû astengiyan jî weşanxaneyê pirtûkên xwe gihandiye xwendevanan. Yildiz nirxandina "Ev salek e em li benda vekirina fuara pirtûkan in. Desteserkirina pirtûkan neheqî ye" kir.

Li dijî astengkirinan piştevanî

Xebatkarê Weşanxaneya Aramê DEnîz Babîr jî got ku ligel hemû astengiyan jî xwe gihandina xwendevanan. Babîr da zanîn ku li Kirşehîrê bi awayeke nihûqî pirtûkên wan hatine desteserkirin û ji bo tevlî fuarê nebin ev tişt hatiye kirin, lê ligel vê yekê jî tevlî Fuara Pirtûkan a Îzmîrê bûne û rastî eleqeyeke mezin hatine. Babîr diyar kir ku ligel desteserkirina 3 hezar pirtûkên wan jî gel bêhtir xwedî li wan derketine û nirxandina "Dê heta roja yekşemê fuar vekirî be. Em li benda piştgiriya hemû gelê xwe ne."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN