DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

HDP'ê ji bo kesên ji firotina jinên êzîdî berpirsiyarin bên darizandin pirsname da meclîsê

19 Nîsan
16:09 2016

ENQERE (DÎHA) - Wekîlê HDP'ê yê Dilokê Mahmut Togrul, ji bo kesên ji firotina jinên êzîdî berpirsiyar bên dîtin û darizandin pirsname da Wezîrê Dadê Bozdag.

Wekîlê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, ji bo kesên ku bi hevkariya endamên DAÎŞ'ê li ser rêya înternetê jinên êzîdî difirotin bên girtin û darizandin pirsname da meclîsê. Wekîl Togrul, pirsname da Wezîrê Dadê Bekir Bozdag û xwest sedema nedarizandina wan bê pirsîn. Togrul, nûçeyên qanalên NDR û SWR'ê yên ku firotina jinên êzîdî yên di destê DAIŞ'ê de mînak nîşan da û diyar kir ku jinên Êzîdî yên di destê DAIŞ'ê bi riya înternetê tên bazarkirin. Wekîl Togrul, da zanîn ku yekîneya firotinê li Dîlokê ye û li bazara Dîlokê bi firotina vekirî bi 15 û 20 hezar dolaran jin tên firotin.

Di pirsnameya Togrul de wiha hat gotin:

Togrul, da zanîn ku di serdegirtina buroya dilokê de 370 hezar dolar, gelek basaportên biyanî û belgeyên di navbera Tirkiye û Sûriyê de bi milyonan dolar hatine kirin hatin bi dst xistin û wiha got: "Makbûza bi erebî ya ku ji 1768 rûpeli pêk dihat hat dîtin. Der barê 6 endamên Sûriyeyî ku hat îdîakirin jinên êzîdî li hemberî pereyan firotine doz hat vekirin. Piştî lêpirsîna 16 rojan dosya hat girtin. 6 bersûc serbest hatin berdan. Balkêşe dosya îdîanameya wê di 23'ê Kanûna 2015'an de hat amadekirin rûniştina yekemîn di 31'ê kanuna 2015'an rûniştina duyemîn di 15'ê çileya 2016 'an de hat ditin. Di nava 15 rojan de 2 rûniştin hatin dîtin. Ev jî nîşan dide ku qet lêkolîn nehatiye kirin. Togrul, di pirsnameyê de xwest têkiliya DAIŞ'ê ya li Tirkiyeyê bê ronîkirin, pereyên hatine bi destxistin bê lêkolînkirin, dîmenên di nûçeyên qanalên ALman de bê lekolinkirin, rapor û belgeyên di operasyonê de hatine bi destxistin bên lêpirsîn û lêpirsînek bi hêz bê kirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN