Demîrtaş: Hevalekî me jî dê neçe îfadeyê!
ENQERE (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di komcivîna partiya xwe de axivî di nirxandinên xwe de li ser pirsgirêkên karker û kedkaran sekînî. Demîrtaş bal kişand li ser nîqaşên rakirina destnedayînên wekîlan jî û got ku divê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu dafika ku AKP dixwaze bîne baş bibîne û wiha axivî: "Tu hevalek me jî dê bi xwe neçin îfade nedin. Ew ê wisa ne hêsan be. Vî komî nîvî emrê xwe li girtîgehan derbas kir, hûn kesên ku dema li cem goristanê derbas dibin ji tirsê stranan dibêjin in."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di komcivîna partiya xwe de axivî û têkîldarî geşedanên rojane nirxandin kir. Di civîna vê hefteyê de serok û nûnerên sendîka û rêxistinên kedê jî amade bûn. Demîrtaş di serî de Cejna Çarşema Sor a êzidiyan pîroz kir.
Demîrtaş ev tiş anî ziman: "1'ê Gulanê nêzîk dibe. Pirsgirêkên kedkaran tenê bi 1'ê Gulanê re nikarni bên îfadekirin. Dema ku em dibêjin pirsgirêka kerker û kedkaran qala pirsgirêkekî biçûk nakin. Em qala pirsgirêka nifûsa ji sedî 85 a Tirkiyeyê dikin, Bi salan e mafê kedkaran tê xespkirin, li dijî vê berxwedanek jî pêş dikeve. Tu caran qasî 2016'an maf nehatin xespkirin. Radeya betaliyê pir zêde ye. Di rewşeke wisa de qanûnekî ku karkeran ji mafê lêgerînê mexrum bikin derxînin wê demê em bibin welatê koletiyê. Heke parlamento li dijî vî qanûnê dernekeve wey ji halê me re.
'Buroyên îstihdamê dê bibe amûrê şîrketên kirêkirinê'
Kesên ku komek karker ji bo patronan kirê dikin hene ji wan re tê gotin 'dayi başi' niha dixwazin vê yekê modern bikin 'dayi başiyên modern' bînin. Divê îstihdama Tirkiyeyê ya li ser esasê hilberînê bê zêdekirin. Îxtidar dibêje hewl didin betaliyê kêm bikin bi vî rengî pêşkêş dikin. Niha li gelek deverên Tirkiyeyê buroyên îstihdamê hatine amadekirin tenê li benda vî qanûnê ne. Ez lêborîna xwe ji karkeran dixwezim û dibêjim ku dê şîrketên kirêkirina amûran hene dê modeleke wisa ava bikin. Dîsa min biborînin dê wekî mal bidin kirê. Hûn ê biçin li kargeh û zeviya kesê ku we kirê kiriye bixebitin. Patron êdî şîrketa ku we kirê dike ye. Li vir patron dê ji bo peymanên xwe karkeran ji kar derxînin. Ji ber vê yekê ji b xebatkaran tehdîdek e. Patron dê berê xwe bidin karkerên ku erzan dixebitin. Piraniya wan hatine amadekirin jî tenê li benda derxistina qanûnê ne. Piraniya wan jî kesên nêzîkî îxtidarê ne. Ev îstihdamê zêde nake.
'Taksîm ji bo renxeyan nebihîzin qedexe ye'
Di 1'ê Gulanê de milyonek karker dê derkevin Taksîmê û hikûmetê rexne bikin. Panîka wan ji ber vê yekê ye. Ev pirsgirêkên ku em tînin ziman dê di 1'ê Gulanê de nûnerên sendîkayan bi milyonek kesan ve ji cihanê re vebêjin. Ji ber vê Taksîm qedexe ye. Ji bo civak rastiyan nebihîze qedexe ye. Li cihê ku tevgera karkeran biqede dê demokrasî biqede. Ya ku dixwazin biqedînin pêşeroja me hemûyan e. Ji ber vê yekê jî divê hemû kes di 1'ê Gulanê de li Taksîmê bin. Li kû derê qadek hebe divê em wê derê tijî bikin û dengê kedkaran bilind bikin. Hemû bûyerên siyasî yên li Taksîmê diqewimin nabe sedem ku em dev ji Taksîmê berdin lê kû derê qad hebe divê ew der bê tijîkirin. Di vî pêvajoya dîrokî de nîqaşên Taksîm dibe nabe tenê neyê kirin. Heta ji qadan deng neyê, karker kulma xwe li qadê nexin ev kar dê sererast nebin. Divê deng xurt derkeve ku parlamenterên ku bi we re ne jî zilma îxtidarê rawestînin.
‘Daxwaza AKP’ê daxwazek qurnaziyê ye'
Destnedayîn hefteya bê dê bên niqaşkirin. Em xwe di nava zirxê destnedayînê de naparêzin. Bila wekil ji bilî axaftinên kursiyê ne xwedî destnedayîn bin. Di destê wekîlan de hêza mezin axaftina wî ye. Bila ji bilî axaftinê der barê her tiştî de lêpirsîn bê vekirin. Me dizî nekiriye. Lê yên dizî kirine hene. Yên dizî kirine der barê wan de lêpirsîn nayên vekirin, lê der barê me de fezleke tên amadekirin. Em dibêjni bila wekîl jî li dadgehê bên darizandin. Bila li Tirkiyeyê dadgeh serbixwe bin. Niha daxwaza AKP'ê daxwazek qurnaziyê ye. Dixwazin HDP’ê derxin pêşberî darazê û linç bikin.
‘Divê Kiliçdaroglu kemîna AKP’ê bibîne'
Demîrtaş, da zanîn ku Serokomar Erdogan aşkere derew li Tirkiyeyê kir û hişek ava kir û wiha got: "Ji bilî derewên du rojnameyên pîsik ne tiştekî din e. Em ne partiya ku li pişt zirxê destnedayînê siyasetê dikin. Yên der barê wezîran de dengê na dan, îro dixwazin me lînc bikin. Divê Serokê CHP'ê Kiliçdaroglu nekeve vê kemînê û vê kekînê bibîne. Dawaza CHP’ê jî û daxwaza me jî heye. Dê sibê nebêjin AKP destnedayîn rakir, dê bêjin CHP'ê destnedayîn rakir. Dê diz, tecawizkar û kesên karên qirêj dikin bibin xwedî îtîbar.
‘Her çend parlamento ya wan be jî em ne bê çare ne'
Dê hevalekî me jî neçe îfadeyê. Dê ne wisa hêsan be. Vê komê nêviyê temenê xwe li girtîgehê derbas kir. Hûn dema di nêzî goristanê re derbas dibin dilerizin. Mirovên me yên em şandin vir bila netirsin. Yên dengê xwe daye me, bila nekevin nava fikaran. Çi bîne serê me bila bînin em dê di aştî û siyaseta demokratîk de isarar bikin. Dibe ku parlamento ya wan be, lê em jî ne bê çare ne.
Yê ku tundî zêde kir AKP û MHP ye
Demîrtaş, dra zanîn ku armanca wan ne têkoşina bi terorê re ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Yê ku tundiyê zêde dike AKP û MHP ye. Yên di ruyê me de derketine çiyê tune. Yê ku PKK’ê mezin kiriye û xurt kiriye hûn bi xwe ne. Nûçeyên der barê komkujiya 10'ê Cotmehê de derketin holê. Raporên îstixbarhatê derketin. Min got bûyerên 10'ê Cotmehê bi agahiya dewletê pêk hatine gotin 'Tu xayinê welat e' Gelo dozgerê ku vê lêpirsînê veke heye? Em naçin li komisyona hiqûqê ya AKP’ê nayên darizandin. Dibêjin pêçiya ku edalet jêke naêşe. Lê edalet tune. Ev dengdayîna ji bo destnedayînê di esasê xwe de erêkirina Serok Dewletiy3e ye. Em îro jî dîsa dibêjin ji Serok Dewletiyê re jî û ji vê zilmê re jî bes e."
(mae/sa)