DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Ji serlêdanên Fîlmamedê re 6 roj man

19 Nîsan
13:12 2016

AMED (DÎHA) - Li Amedê dê di navbera 24-29'ê Gulanê de bi dirûşma "Her der bexwedan, her der sînema" Mihrîcana Belgefîlman bê li darxistin. Ji serlêdanen bo mihrîcanê re 6 roj man.

Mihrîcana fîlman a ji hêla Navenda Çand û Hunera Ciwana a Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê ve tê li darxistin, dê di navbera 24-29'ê Gulanê de bê li darxistin. 4'emîn Mihrîcan Belgefîlman a ku ji hêla Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve tê destekirin, ji bo serlêdanan 6 roj mane. Mihrîcana ku dê serlêdanên wê di 25'ê Nîsanê de bi dawî bin, heta niha nêzî 100 serlêdan çêbûne û serlêdanên ji bo mihrîcanê ji her dera cîhanê berdewam dikin.

Mihrîcana ku îsal dê 4'emîn car bê li darxistin, diyarî Îslam Balikesîr ê li Cizîrê ji hêla hêzên dewletê ve hat qetilkirin bê kirin. Dê dirûşmeya mihrîcanê ya îsal "Her der bexwedan, her der sînema" be.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN