Sariyildiz: Di sedsala dawî de komkujiya herî mezin AKP'ê li Cizîrê pêk anîye
ŞIRNEX (DÎHA) - Wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, diyar kir ku ji ber ew polîtîkayên AKP-Qesrê yên şer teşhîr dikin ji meclîsê tên dûrxistin û wiha got: "Di sedsala dawî de komkujiya herî mezin ji aliyê AKP'ê ve li Cizîrê pêk hatiye.
Ji ber ku em di nava gel dene, Erdogan dibêje 'Çi karê wî li wir heye' û me dike hedef. AKP ku di hilbijartine de têk çû, dixwaze bi şer îxtîdara xwe biparêze. Lê ew jî dê wekî Mîlosevîç dê bên darizandin. Lê em tu carî li hemberî siyaseta AKP'ê bejna xwe natewînin." Sariyildiz, têkildarî kampanya "Malbata Xwebiratî" jî bang li her kesî kir ku vê kampanyayê mezintir bikin.
Wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, têkildarî destnedayînan, desteserkirinên li bajarê Kurdistanê û kampanya Malbata Xwebirhatiyê nirxandin kirin. Sariyildiz, anî ziman ku ji ber ew polîtîkayên AKP'ê yên qirkirinê deşifre dikin ji aliyê AKP-Qesrê ve tê xwestin ku bên dûrxistin û wiha got: "Dixwazin HDP’ê li dervê meclîsê bihêlin. Ji ber ku em bi sekn û siyaseta xwe zorê li îxtîdarê dikin.
Sariyildiz, destnîşan kir ku di sedsala dawî de komkujiya herî mezin li Cizîrê ji aliyê hikûmetê ve pêk hat û wiha got: "Kesên ferman dane û komkujî li vir pêk anîne divê bên darizandin. Li şûna bên darizandin dixwazin ser vê komkujiyê bigirin. Ji ber ku em ruyê rastîn yên Îxtîdara AKP'ê derdixin holê îro der barê me de fezlekeyan amade dikin û me dikin mijara niqaşê. Dixwazin bi van destnedayînan zext û tundiya li ser gelê kurd zêde bikin. Niha AKP ketiye nava çiravê. AKP tenê qeda dike. Lê avakirin û jiyandin zahmet e. Îxtîdara siyasî ji ber ku di 7'ê Hezîranê de têk çû, niha dixwaze li ser gelê kurd şovenizm, nijadperestî, mezheperestiyê xurt bike. Ji ber ku di hilbijartinê de têk çû biryara şer girt. Dixwaze bi zora şer îxtîdara xwe li ser gel ava bike. Çawa ku îxtîdarên DYP û ANAP'ê di nava demê de têk çû, dê niha AKP jî wisa têk biçe. Niha dixwazin hebûna xwe bi rakirina destnedayînan biparêzin."
Ruyê wan ê kujer aşkere dibe
Sariyildiz, destnîşan kir ku li Cizîrê 79 rojan dorpêça hêzên dewletê berdewam kir û ji ber di vê pêvajoyê de li cem gelê Cizîrê yê parastina rêveberiya cewherî dikir ma, Serokomar Erdogan got “Çi karê wî li wir heye" û kir hedef û wiha got: "Di der barê min de gelek îdîaname amadekirine. Lê nikarin yekê jî îspat bikin. Lê em dikarin ruyê wan ê kujer û komkujiyan îspat bikin. Em îspat dikin ku ew kujer in. Ji ber ku li vir komkujî pêk anîn, naxwazin em li vir bin. Mirovên ez wekîlê wan bûm şewitandin û kuştin. Piştre gotin çi karê wî li vir heye. Ew dizanin ku dê wekî Miloseviç bên darizandin. Her ku em wan teşhîr dikin ew bêtir har û dîn dibin.
'Bila ji me hevî nekin ku em tekakesî tev bigerin'
Sariyildiz, destnîşan kir ku li Kurdistanê ne tenê mirov, xweza jî hat qetilkirin û wiha berdewam kir: "Bila kes nebêje di nava fikara tekakesî de ye. Destnedayîna li ser me radibe ranabe ew ne pirsgirêk e. Em li dijî siyaseta qirêj a AKP'ê serê xwe natewînin. Em niha diçin ku gel dibêjin “Wekîlê me çi karê we li meclîsê heye? Em bi saxî şewitandin. Li welatekî ku em bi saxî hatin şewitandin çi bendewariya we ji siyaseta meclîsê heye? dipirsin. Dibêjin em li hemberi polîtîkayên AKP'ê yên qirêj serê xwe natewînin. Lê dîsa em bawer dikin ku pirsgirêka kurd bi siyaseta demokratîk bê çareserkirin. Ji bo li vî welatî xwîn neyê rijandin em dê heta dawî têbikoşin. Em dê ji nava gelê xwe tu carî qut nebin em dê her dem di nava gelê xwe de bin."
Sariyildiz, da zanîn ku her dewlet bi polîtîkayên înkar û îmhayê nêzî gel bibe, gel jî dê serî li rê û rêbazê din ê parastinê bidnin û wiha got: "Rewşa heyî dê Tirkiye têxe nava kaosek mezin. Dê ji ber van polîtîkayên AKP'ê li Tirkiyeyê şer gûr bibe. Em balê dikişînin ser talûkeya li pêş Tirkiyeye. Em dixwazin her kes di ferqa vê yekê de be.
Komkujiya çandî û civakî ye'
Sariyildiz, bal kişand ser biryara Lijneya Wezîran a "Îstimlakirina lezgîn" jî û wiha got: "Ev biryar komkujiya çandî û civakî armanc dike. Dewlet li ser axa kurdan şerê xerakirina demografiyê dimeşîne. Qilifên zagonî ava dike. Dibêjin herêmen afetê. Lê Li vir AFET'a xwezayî tune. talankirin û wêrankirina dewletê heye. Komkujiya herî qirêj pêk tînin. Dixwazin bi vê desteserkirinê her tiştî têxin bin kontrola xwe. Hikûmet niha li vir komkujiya siyasî, civakî û çandî pêk tîne. Em dê her dem li dijî vê biryar û polîtîkayan derkevin."
Sariyildiz, bal kişand ser kampanya "Malbata xwebira" jî û wiha got: "Em çûn ewropayê. Me li gelek cihan civîn pêk anîn. Bi hezaran mirov hatin cem hev û hêrsa wan a li ser gelê Kurdistanê pir zêde bû. Bi serdan malbatên dildar xwe gihandin malbatên Cizîrê. Malbatên dildar li me digerin û li çîrokên malbatan guhdar dikin. Ji bo vê kampanya hem di aliyê maddî û hem jî di aliyê manevî de piştgiriyek xurt heye. Em bang li gelê ewropa û hemû kurdên cîhanê dikin ku bêtir piştgiriyê bidin vê kampanyayê. Di dema komkujiya jêrzemînê de kurê Orhan Tunç çêbû. Navê wî kirin Bêkes. Lê ji bo bêkes nemîne em dê têkoşîna xwe bilind û mezin bikin. Em bang li her kesî dikin ku li vê kampanyayê xwedî derkevin."
(mae)