DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Têkoşîna jinê li gundan deng dide

 
19 Nîsan
09:43 2016

SEMRA TURAN

AMED (DÎHA)
- Ekîba Gundan ya Gerok ku ji 3 kesan pêk tê û di bin banê Serokatiya Dayreya Polîtîkayên Jinan a Şarerdariya Bajarê Mezin a Amedê de hatiye avakirin, heta niha li 50 gundî geriya, bi jinan re der barê mijarên wekî zayendî, siyasî û civakî de pirsgirêk hatine nîqaş kirin . Perwerdevanên ekîbê diyar kirin ku bi vê xebatê têkoşîna jinan li gundan deng dide.


Ekîba Gundan ya Gerok ku ji 3 kesan pêk tê û di bin banê Serokatiya Dayreya Polîtîkayên Jinan a Şarerdariya Bajarê Mezin a Amedê de hatiye avakirin, taybetî bi jinên li gundan re ji bo serwextbûnê bide avakirin xebatên xwe dimeşîne. Ekîba Gerok bi hatina biharê re lez da xebatên xwe, di hefteyê de bi rêzê li 4 gundan digere û der barê "Zayendiya civakî û tenduristiya jinê" de perwerdeyê dide.

Xwe gihandin hezaran jinî

Xebata ku di tebaxa par de hat destpêkirin, bi navendên jinan yên li navçeyan re jî bi hev beş xebatên xwe pêk tînin. Di çarçoveya vê xebatê de heta niha bi qasî 50 gundî bi jinan re hevdîtin hatine kirin, der barê zayendiya civakî û teduristiya jinê nîqaş hatine pêşxistin.

Xebatên ekîbê ji hêla jinan ve rastî eleqeyek mezin tê, di xebatên de bi taybetî li ser pisgirêkên jinan ên di malê de, kuçe û pêkûtiyên ji hêla dewletê ve pêk hatine tên sekinandin.

Armanc ji bo hemû gundan perwerde

Perwerdevana Ekîba Gerok Sevda Kayar der barê xebatên xwe de agahî da û da zanîn ku xebatên wan tevahî ji bo serwextbûnekî bidin avakirin pêk tînin û ev tişt got: "Em armanc dikin ku bigihêjin hemû gundên Amedê û perwerdeyê bidin wan." Kayar bi taybetî girîngî da xebatên gundan û wiha pêde çû: "Ji ber ku jinên li gundan nikarin bên bajêr, me xebatek wiha girîng dît. Ev xebat bi taybetî ji bo avakirina nêrîna jina azad û serwerxtbûn bê avakirin hatin destpêkirin."

Têkoşîn li gundan deng dide

Kayar herî dawî bal kişand ser pirsgirêkên wekî şideta derûnî, zayendî û fîzîkî jî û axaftinên xwe wiha bi dawî kir: "Destpêkê dema em bi wan re diaxivin, bi berfirehî pirsgirêkên xwe parve nakin. Lê dema nîqaş hinekî bi pêş dikeve bi rihetî pirsgirêkên xwe tînin ziman. Têkoşîna jinê ya ku tê dayîn li gundan deng dide."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN