DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Demîrtaş: Gelo ya muhîm weqf e yan zarok e?

 
18 Nîsan
17:40 2016

ÇEWLÎG (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê li Çewlîgê di Kongreya Awarte a pratiya xwe de axivî. Demîrtaş derbareyê mijara destnedayînê û îstîsmara zarokan a li Weqfa Ensarê de axivî û wiha got, "Gelo ya muhîm weqf e yan zarok e? Kî dipejirîne bila bipejirîne, bi awayekî zelal û fesîh dibêjim. Ji partiya me yan jî ji partiyeke din, qethiyen em qebûl nakin. Dê her kes hedê xwe bizanibe û li gor wê tevbigere."

1'emîn Kongreya Rêxistina HDP'ê ya Çewlîgê li Eywana Dawetê ya Mem û Zînê pêk hat. Eywana ku alayên HDP'ê lê hatin daliqandin, posterê yek ji kadroyên pêşeng ê PKK'ê MAzlûm Dogan û pankarat "Em jiyanê bi rê ve dibin, azadiyê geş dikin" hatin daliqandin. Bi sedan kesên beşdarî kongreyê bûn dem bi dem dirûşmeyên "Bijî Berxwedana YPS'ê", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan Nabe" berz kirin. Piştî dirûşmeyan Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hat eywanê û beşdarvan silav kirin.

Demîrtaş piştî silavdayînê di kongreyê derbareyê rojevê de axivî.

Hin ji axaftinên Demîrtaş ên kongreyê:

"Ji ber em û gelê tev xwedî vê wêrektî û xwebaweriyê ne li her derî bi rihetî em qala aşitiyê dikin û em di vê mijarê de samîmî ne. Lê binêrin heke îro em îktîdar bûnan, roja din di nav 24 saetan de me yê şer rawestandana û em dê di vî warî de bi ser biketanan. Lê belê ji roja ku ev bûn îktîdar, her ku diçe zêde xwîn diherike. Heke em îktîdar bûnan berpirsiyarê herikandina xwînê dê em bûnan. Heke em bibûnan îktîdar, gel wê peywirê bdiana me me yê pirsgirêkên welatê xwe nîqaş bikaranan."


'Ne weqfê, zarokan biparêzin zarokan'

Demîrtaş derbareyê mijara Weqfa Ensarê de jî wiha got, "Li Karamanê we meselya wefê dît, zêdeyî 40 zarokî rastî îstîsmara zayendî û tacîzê hatin. Kes derabrê vê de naaxive. Dibên gidî bila tu gotin neyê ser weqfê. Partiya min jî di nav de hemû kes bi qurmbana nenûka zarokekî bibin. Li wir a muhîm weqf e yan zarok e? Pêşî zarok biparêz emafên wî biparêze. Derketin parêzvaniya weqfê kirin. Gotin em nahêlin lekeyek jî bigihê weqfê. Dibe carekê bûbe. Lê hindik maye vê weqfê wek weqfeke pîroz bidin der. Gelo ya muhîm weqf e, zarok e, mirov e yan saziya wan e? Ji bona vana a muhîm weqf e. Çima? Çimkî bi van weqfan feraseta tarîqatî ya fehş a AKP'ê enjekteyî civakê dikin. Bi vî awayî AKP li se rpiyan disekine.... Weqfa we serê we bixwe, hûn çawa feraseteke wisa qebûl dikin? Kî dipejirîne bila bipejirîne, bi awayekî zelal û fesîh dibêjim. Ji partiya me yan jî ji partiyeke din, qethiyen em qebûl nakin. Dê her kes hedê xw ebizanibe û li gor wê tevbigere."


Piştî axaftina Demîrtaş, rapora fealiyet û darayî hat aşkere kirin. Di kongreyê de Zerrîn Berdîbek û Mahmût Bozan wek hevserok hatin hilbijartin.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN