Demîrtaş: Em ne sewdaserê qoltixê yê azadiyê ne
MÛŞ(DÎHA)- Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Mûşê di 1'emîn Kongreya Awarte ya partiya xwe de axivî. Demîrtaş li hemberî gefên destnedayînê yên arasteyî HDP'ê de wiha got, "Dê me têxin hundir, serê me jî biçe em dê neheqiyeke bi vî awayî qebul nekin. Em ne sewdaserê qoltixê yê azadiyê ne."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Mûşê di 1'emîn Kongreya Bajêr a Awarte ya partiya xwe derbareyê pêvojiyê de axivî. Kongreya ku li Eywana Dawetê ya Parka Şatoyê hat lidarxistin, li gel hevserokên HDP'ê yên navçe û bajaran, parlementerên Mûşê yên HDP'ê Çelîk Ozkan, Ahmet Yildirim û Parlementerê Çewlîgê yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik, gelek nûnerên saziyên sivîl gelek welatî amade bûn. Piştî rêzgritina ji bo kesên di rêya azadî û demokrasiyê de jiyana xwe dest dane Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî. Demîrtaş diyar kir ku ew di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin û wiha got, " Tenê ne ji bo Mûşê, ne ji bo hemû Tirkiyeyê, heta belkî ji bo hemû Rojhilata Navîn êrîşeke mezin, otorîterîzmek mezin heye. Kes û ehlên dîktatoriyê, li hemberî kesên daxwaza azadî û demokrasiyê dikin şerekî dijwar pêk tînin. Em di nêvengeke şerî ya dijwar de derbas dibin. Heke hûn balê bidinê, erdnîgariyên îslamiyetê yên ku xwîn li wan diherikin hemû wek hevin."
‘Yên ku dixwazin bedêlê bi me bidin dayîn, dê bedêlên herî giran bidin'
Demîrtaş bal kişand ser gefên destnedayînê yên li hemberî parlementerên HDP'ê û wiha got, "Hûn li vê feraseta wan dinihêrin? Em dê çî vêya bipejirînin? Dê me têxin hundir, serê me jî biçe em dê bêexlaqiyeke bi vî awayî qebûl nekin. Hûn çi li me ferz dikin? Hoveberî û îptîdaiyeke wisa, bêexlaqiyeke wisa, bedêla wê çi dibe bila bibe, bi awayekî zelal dibêjim, ji me re dibêjin em dê destnedayînan betal bikin, em dê wan têxin hundir, em dê vê bikin, wê bikin. Bedêldayîneke çiqas mezin bê bîra we, çi ji destê we tê texsîr mekin, lê em dê bêexlaqiyê qebûl nekin. Em dê vê bêrûmetiyê, vê dermiroviyê ya ku hûn ferz dikin qebûl nekin."
'Em ê li hemberî gefan serê xwe netewînin'
Demîrtaş bilêv kir ku ew ê li dijî tehdîdanan serê xwe netewînin û der barê gefa "dê bedel bidin" a ji aliyê hikûmetê ve tê kirin jî bi gotina "Bila gelê me rehet be, hûn ê bibînin yên ku dixwazin bedel bidin dayîn bedela herî giran bidin. Bedela herî giran ew ê bidin. Ev di jiyana xwe de li qiraxa girtîgehê derbas nebûne. Ew dema ku li qiraxa goristanê derbas dibin ji ber tirsê stranan dibêjin. Koma me ya meclîsê piraniya wan nîvê emrê xwe li girtîgehê derbas kirine. Me bi girtîgehan ditirsînin ma tişteki bi vî rengî heye. Ji bo ku dê meqema xwe winda bikin zirava wan diqete. Dibêjin qey em jî wisa ne" nerazîbûn nîşan da.
'Em evîndarê azadiyê ne'
Demîrtaş ê nirxandina "Em ne evîndarê qoltixê, evîndarê azadiyê ne" kir wiha axivî: "Ji ber vê yekê jî divê hûn rehet bin. Tiştekî bitirsin nîne. Şerê psîkolojîk didin meşandin. Ma destnedayîn bê rakirin dê qiyamet rabe? Bila bê rakirin ew dizanin. Tîlî ya wan e dixwazin bila rakin, yên ku dixwazin bibin şirîkê vî sûcî jî ew dizanin. Partiya muxalefetê dê wisa derbasî dîrokê bibe, bila ji bîr neke dema ku rabe dê nebêjin AKP'ê rakir, dê bibêjin CHP'ê rakir. Ji ber ku dengên CHP'ê nebe, dengên AKP û MHP'ê têrê nake. Rastiyeke wisa heye."
'Dema ku wekîl bi tirîlyonan dibin tiştekî nakin'
Demîrtaş têkîldarî nîqaşên rakirina destnedayînan gotinên Kemal Kiliçdaroglu yên "Li derveyî Qanûna Esasî be jî em ê rakin" jî wiha got: "Em ê binêrin çend CHP'î dê bibin şirîkê vî sûcê. Ji ber ku derdên wan parlamenterên HDP'ê ne, heke derdên wan rakirina destnedayînan be pêşnûmeya HDP'ê jî heye qerin em bi hevre bi bêjin erê, hemûyan rakir. Em dibêjin bila tenê destnedayîna kursiyê hebe, ango ji ber axaftinan bila wekîl neyên girtin. Ji ber ku tekane hêza wekîlan zimanê wî ye heke tu wî jî asteng bikî wekîltî dê nemîne, em vî biparêzin. Dema ku tu li yekî dixî çawa lêpirsîn tê vekirin bila der barê min de jî bê vekirin, di navbera min û te de çi ferq heye. Ma min dizî kiriye, dema ku zarokek nan didize tu davêjî hespê, dema wekîl trîlyonan dibe çima tiştekî nakî."
Demîrtaş anî ziman ku encam çi dibe bila be ew ê dev ji têkoşînê bernedin.
Piştî axaftinan hilbijartin pêk hat û Ayşegul Soylemez û Mensûr Işik ji bo hevserokatiya HDP'ê ya Mûşê hatin hilbijartin.
(sa/red)