DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Yuksek: Li dijî yekperestiyê xweserya demokratîk

 
18 Nîsan
12:38 2016

AMED (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, berî 4'emîn Kongreya Awarte ya DBP'ê ku di 22'ê Gulanê de bê lidardxistin civîna çapemeniyê pêk anî. Yuksek, anî ziman ku rêya demokratîkbuna Tirkiyeyê xurtkirina vîna herêmî ye û ji bo li Tirkiyeyê demokrasiyê pêş bixin dê li dijî yekperestiyê xweseriya demokratîk pêş xibin.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, têkildarî 4'emîn Kongreya Awarte ya Giştî ya DBP'ê ku di 22'ê Gulanê de pêk bînin, civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de endamên meclisa DBP'ê, hevşaredar û gelek siyasetmedar amade bûn. Yuksek, civîn li Cemiyata Rojnamegerên Guneydogu pêk anî. Yuksek, diyar kir ku li Rojhilata navîn guhertinek mezin çê dibe û Tirkiye jî mecbûre li gorî vê guhertinê xwe amade bike. Yuksek, xwest Tirkiye guhertina xwe baş hesab bike û li gorî wê amadekariyê xwe bike. Yuksek, anî ziman ku ji bo Tirkiye di aliyê demokratîk de bê guhertin di nava xebat û hewldanan dene û dê di guhertina demokratîk de israr bikin û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê dixwaze li dijî nirxên gerdûnî yên cîhanê bi pergala yekperestî Tirkiye bi rêve bibe. Lê divê Tirkiye li gorî demokrasiyê xwe nû bike û biguhere. Em dixwazin li dijî yekperestiyê modela xweseriya demokratik têkin meriyetê. Li gelek welatên cîhanê jî heman model heye. Tirkiye çiqas ber bi herêmîbûnê ve biçe ew qas dê demokratîk bibe. Dê ew qas civakî û bi hêz bibe. Çiqas bibe navendî ew qas dê lawaz û qels bibe. Lê niha AKP dixwaze bi riya tundiyê pergala xwe têxe meriyetê. Em dê her dem li dijî vê polîtîkaya AKP'ê ya yekperestiyê têbikoşin. Ji ber ku yekperestî ne li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê ye."

'Dixwazin civakê rehîn bigirin'

Yuksek, destnîşan kir ku DBP guhertina demokratîk dixwaze û ji ber vê yekê hikûmet li dijî şaredariyên DBP'î amadekariya qeyyumê dike. Yuksek, destnîşan kir ku endamên meclîsa wan, hevşaredarên wan, endamên meclîsa şaredariyê tên girtin û ev amadekariya desteserkirina şaredariyan e û wiha got: "Hikûmat AKP'ê dixwaze civakê rehîn bigire û li gori xwe pergalekê ava bike. Niha makezagon tune. Bi ayawekî fîlî ji aliyê Erdogan û Qesrê ve Tirkiye tê birêvebirin. Lê em dixwazin rêveberiyên herêmî xurt bibe."

Yuksek, ani ziman ku li meclîsê partiya alternatif HDP ye û ji ber vê yekê diwazin rê lie pêş HDP'ê bigirin. Yuksek, destnîşan kir ku ew dê li dervê meclîsê bi rê û rêbazên demokratîk têkoşîna xwe berdewam bikin û hewl bidin demokrasiyê ji rêveberiyên herêmî de pêş bixin. Yuksek, da zanîn ku bi girtin û binçavkirinê nikain wan ji têkoşîn û rêya wan dûr bixin û ew dê têkoşîna xwe ya demokrasiyê û herêmî berdewam bikin.


Yuksek, herî dawî destnîşan kir ku dê di 22'ê Gulanê de 4'emîn Kongreya xwe ya Awarte pêk bînin û wiha dawî li axaftina xwe ani: "Di vê pêvajoyê de bi dehan endamên meclisa partiya me hatin girtin. Endamê Meclîsa partiya me Mehmet Yavuzel li Cizîrê, Sêvê Demir li Sîlopyayê şehît ket. Herdu hevalên me şehîden partiya me ne. Ji bo em bêtir bibin bersîva gelê xwe em dê di 22'ê Gulanê de li Enqereyê kongreya xwe pêk bînin."


(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN