Yên nabin alî ji hêla AKPê ve tên beralîkirin
ENQERE (DÎHA) - Hikûmeta AKP'ê piştî li dijî siyaseta kurd şer da destpêkirin, bi awayekî derveyî makeqanînê, destnedana li hemberî HDP'ê sewqî meclisê hat kirin û bi guhertina makeqanûnê HDP'ê bê bandor dike. Her wiha AKP ji hêlekî ve jî kesên piştgiriyê nedin wê jî, bi gotinên "alîgirên terorê" wan beralî dike.
Hewldanên AKP'ê yên rakirina destnedana li dijî parlamenterên HDP'ê berdewam dike, ji hêlekî ve di bin navê "hevgirtina li dijî terorê" de dixwaze CHP û MHP'ê bigre bin serweriya xwe. Dîsa guhertina di madeya 83'yan a ji hêla AKP'ê ve jî ji hêla hiqûqnasan ve rastî nerazibûnan hat.
Her çendî guhertina demên dawî li dijî makeqanûnê bên dîtin jî, Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu jî aşkera kir ku ew dê piştgiriyê bidin vê guhertinê. Li hemberî vê biryara Kiliçdaroglu di nava CHP'ê de jî nerazîbûn her ku diçin zêde dibin. Li gortî kulîsên CHP'ê, qasî 120 wekîlên CHP'ê li dijî vê biryarê dê dengên 'Na' bi kar bînin. Wekîlên ku nexwestin navên xwe bêjin, ji Ajansa mer axivîn, ev nirxandin piştrastkirin û aşkera kirin ku dê hejmara kesên 'Na' zêdetir bibe. Her wiha wekîlê CHP'ê da zanîn ku di nava AKP'ê de jî li hemberî vê biryarê nerazîbûnke heye û got ku bi guhertinê re dê Meclis bi tevahî bikeve destê Qesrê.
Li gorî hesabên ku tên kirin, dê bi fîreyên di nava AKP'ê re, dê guhertin ji meclisê bê derbaskirin an na, dê bandora xwe bide nîşan. Dîsa dê çend CHP'î piştgiriyê bidin guhertin di dengdanê de diyar be.
'Heta hûn nebin AKP'î dê pevçûn bidome'
Kesên di nava CHP'ê de nerazîbûnê xwe tînin ziman û di vê mijarê de alîgiriya xwe ya ji bo demokrasiyê didin nîşan, bi tevahî ji hêla AKP'ê ve hedef tên girtin. Gelek wekîlên CHP'ê yên wekî Sezgîn Tanrikulu, Eren Erdem, Bariş Yarkadaş, Mehmet Tum, Mahmut Tanal û Fîkrî Saglar piştî bi awayekî zelal dan nîşan ku ew dê deng nedin guhertinê, ji hêla çapemeniya hewzê ve wekî "wekîlên piştgiriyê didin terorê" hedef hatin nîşandin. Wekîlên CHP'î dan zanîn ew çapemeniya AKP'ê cidî nagirin."
Di MHP'ê de paralelcî peyda kirin
Bi vî şeklî AKP her aliyê ku piştgiriyê nedê an wekî "paralel" an jî wekî "terorîst" pênase dike û hedef dide nîşan. Herî dawî Bahçeliyê ku piştgiriya xwe da nîşan, ji hêla AKP'ê ve hat parastin. MHP'iyên ku li hemberî Bahçelî banga Hemcivînê kirin, ji hêla AKP'ê ve wekî "hewldana hevgirtiya paralel" hat sûcdar kirin.
(ms)