DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Dixwaze bi xêza hunerê bibe qerîna gelan

 
18 Nîsan
09:08 2016

ÇAGDAŞ KAPLAN

STENBOL (DÎHA)
- Resam Harûn Bayhan, bi xêz û boyaxa ku li ser tuwalên xwe çê dike armanc dike ku bibe deng û hawara êşa gelan. Beyhan, diyar kir ku heta niha komkujiya Roboskê, kuştina zarokan û rojnamegerên hatin qetilkirin li ser tualên xwe xêz kir û wiha got: "Ez niha jî dixwazin êşên piştî dorpêça li ser Kurdistanê derketiye holê xêz bikim. Ji bo ez wîcdanê mirovahiyê tev rakim xêz dikim."

Resam Harun Beyhan, ku heta niha wêneyên komkujiya Roboskê, kuştina zarokan û qetilkirina rojnamegeran li ser tualên xwe xêz kir, bi gelek hunerên wekî Karikatur, gravur û boyaxê êşên civakê xêz kir. Beyhan, heta niha gelek mijarên wekî qetilkirina jinan, kuştina zarokan, greva birçîbûnê, tecrîda li girtîgehan înfazên bê daraz xêz kir.

Beyhan, heta niha li Stenbolê û bajarên Kurdistanê resimên ku li tualan xêz kir dan pêşandan. Beyhan, ji niha û şûnde jî dixwaze bi xêzên xwe yên li ser tualan neqş dike dorpêç, komkujî û polîtikayên tunekirinê yên li ser bajarên Kurdistanê tê meşandin bîne ziman. Beyhan ku komkujiya Helepçeyê bi xêzkirina dayika ku kurê xwe hembêz kiriye êşa komkujiyê anîye zimn, berxwedana xweseriya demokratîk nexşeyekê anîye ziman. Di vê neşxeyê de bi barîkatan nexşeya Kurdistanê xêz kiriye û ciwanekî ber daye ser pişta xwe li dijî êrîşan barîkatan ava dike. Dîsa di tualên xwe de wêneyên Metin Goktepe, Hrant Dink, Onat Kutlar û Ugur Mumcu yên li ser heman maseyê kom bûne xêz kiriye. Li aliyê din çalakiyên DAIŞ'ê yên komkujiya li ser civakê xêz kiriye. Beyhan 5 salin resiman xêz dike û hewl dide bibe dengê êşa civakê.

'Min xêzên polîtîk bi Roboskê dest pê kir'

Beyhan, da zanîn ku wî xêzên xwe yên polîtîk piştî qetilkirina 34 welatiyên sivîl dest pê kir û wiha got: "Min xwest li dijî van êrîşên balafirên şer ên ku welatî qetil kirin bibim dengê wîcdanê mirovahiyê. Wê demê ez xwendekarê Hunerê xweşik ên Zanîngeha Marmarayê bûm. Piştî komkujî pêk hat wekî ku tiştek nebûbe mirov tev digeriyan. Ji bo ez bibim dengê wîcdan min komkujiya Roboskiyê xêz kir.

'Dixwazim bi xêzan wîcdan tevrakim'

Bayhan, anî ziman ku ew ji Kurdistanê ye û dixwaze êş û komkujiya li Kurdistanê pêk tê bi xêza xwe belav bike û bi xêza xwe bibe dengê êş û wîjdanê mirovahiyê.

Beyhan, da zanîn ku di demê dawî di pêkanînên li Kurdistanê pêş dikeve xêz dike û dixwaze bibe dengê wîcdanê civakê. Bayhan, da zanîn ku ew naxwaze tenê êşên civakê xêz bike, lê ji ber ku li Kurdistanê êş kêm nabin û dixwazin ku ev êş bên zanîn van êşan xêz dike. Bayhan, bilêv kir ku êşên civakê hêj taze ye û wiha got: "Ez dixwazim kêfxweşiya çavê zarokekî jî xêz bikim. Ez dixwazm xwezayê xêz bikim. Lê niha di nava van şert û mercan de ev nina n pêkan e. Bayhan, destnîşan kir ku dewlet nikare kurdan têk bibe ji ber ku li hemberî dewletê kurdên hişyar, bi rêxistin û polîtîk heye.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN