DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

'Em dê li Stenbolê têkoşina demokratîk pêş bixin'

 
18 Nîsan
09:08 2016

STENBOL (DÎHA) - Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Aysel Guzel û Dogan Erbaş, ku bi kongreyê dest bi kar kirin, diyar kirin ku dê li Stenbolê berxwedana demokratîk pêş bixin û li her derê xwe bi rêxistin bikin.

Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê hefteya borî di 10'ê Nisanê de kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de hevserokên HDP'ê Aysel Guzel û Dogan Erbaş hatin hilbijartin. Guzel û Erbaş der barê xebatên pêşerojê û armanca xwe de axivîn.

Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Dogan Erbaş, anî ziman ku dê bi slogana "Em dê li Stenbolê berxwedana demokratîk pêş bixin" dest xebatên demorasî û rêxistinê bikin û wiha got: "Ji bo HDP plan, proje û fikra xwe têxe meriyetê qada herî stratejîk Stenbol e. Hemû beşên civakê Stenbol e. Em dê di bin berxwdana demokratîk de xwe li her derê Stenbolê bi rêxistin bikin. Mixabin berxwedana demokratîk li metropolan lawaz in. Em di bin dorpêça AKP û Qesrê dene. AKP bi her awayî li dijî partiya me şerê taybet dimeşine. Li aliyekî rêveberê me digirin, li aliyê din bi destnedayîna wekilan dixwaze derxin dervê meclîsê. Li dijî vî şerê taybet tenê rêyek heye. Ew jî divê hemû gelên Stenbolê bibin yek têkoşîna hevpar a demokrasiyê bimeşînin. Em dê têkoşîn û berxwedana demokratîk li qadan belavbikin. Em dê li her derê xebatên rêxistinê bidin destpêkirin.

'Em dê xwe bigînin hemû beşên civakê'

Erbaş, anî ziman ku li Stenbolê hemû beşên civakê dijî û hemû beşên civakê ji aliyê AKP'ê ve mexdûr bûye. Erbaş, da zanîn ku ew dê bi vê hamleya rêxistinbûnê xwe bigînin hemû beşên civakê yên mexdûrê AKP'ê û têkoşîna demokratîk a hevpar pêş bixin. Erbaş, da zanîn ku Stenbol qada pêkanina projeya HDP'ê ye. Bajarekî ku herî zêde kurd lê dijî ye. Qada ku Kurdistan û Anatoliya lê bûye yek. Ji ber vê yekê li gorî nasname polîtikayên partiya me ye û em dê xebatên xwe li vir pêş bixin."

'Ji bo tecrîd bi dawî bibe û kaos bi dawî bibe'

Erbaş, bilêv kir ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û kaos ji holê rabe dê xebatan bimeşînin û wiha got: "Ji bo tecrîd rabe divê kaos xelas bibe. Em dê li vir dîwarê tirsê xera bikin. Bila gelê me hevî û baweriya xwe kêm neke. Em dê bi têkoşîn û berxwedanê demokrasî û rêxistinbûna xwe mezin bikin."

'Em dê meclîsa jinan ava bikin'

Hevseroka HDP'ê ya Stnebolê Aysel Guzel jî anî ziman ku ew dê bêtir li ser rêxistinbûna jinê rawestin û meclisa jinê ya Stenbolê ava bikin. Guzel, da zanîn ku wan berê konferansa jinê li Stenbolê pêk anîbû û biryara rêxistinbûnê girtibûn. Guzel, da zanîn ku dê li gorî vê biryarê tev bigerin û di nava mehekê de meclîsa jinan a bajar ava bikin. Guzel, bilêv kir ku ew dê bibin dengê berxwedana li Kurdistanê û li vir hêzê bidin berxwedanê. Guzel, bilêv kir ku ew dê li metrepolê vê bêdengiyê bişkînin û bibin rêya aştiyê ya Kurdistanê. Guzel, bibîrxist ku li dijî polîtîkayên înkar û qirkirinê berwedanek heye û li Stenbolê vê berxwedanê mezin bikin.

'Di 1'ê Gulanê de em dê li Taksimê bin'

Guzel, bal kişand ser berxwedana 1'ê Gulanê û da zanîn ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya karker û kedkaran dê wekî HDP di 1'ê Gulanê de li qada Taksimê cihê we bigirin û li gel berxwedana karker û kedkaran cih bigirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN