DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

'Kurdistan helbesta berxwedanê ye'

 
17 Nîsan
19:00 2016

SÊRT (DÎHA) - Helbestvan Berken Bereh di panela helbestên kurdî ya ji hêla KURD-DER'a Sêrtê ve hat li darxistin de axivî û diyar kir ku li cihê çek, mirin û dagirkerî hebe, dê tu qîmeta peyvê nemîne û ev tişt got: "Ez dizanim helbest ne nan û ne jî çek e. Lê em hêstên xwe bi hev re parve bikin, Kurdistan helbesta berxwedanê ye."

KURDI-DER'a Sêrt li salona konferansê ya şaredariyê di bin navê "Demên helbestên kurdî" de panelek li darxist. Di panelê de pankarta "Zimanê kurdî bi xweseriya demokratîk azad dibe" hat daliqandin. Di panelê de hevserokên HDP, DBP'ê, hevşaredarên Sêrtê û gelek welatî beşidar bûn. Panela bi rêzgirtinê dest pê kir, Moderatoriya wê ji hêla Sevda Basut ve hat kirin. Basut diyar kir ku ew wekî komele xebatên xwe di asta akademiyê de pêk tînin. Basut bi lêv kir ku azadiya gelê kurd nêz e û bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî.

‘Êdî helbest li ser bexwedanê ye'

Helbestvan û nivîskarê kurd Berken Bereh jî wekî panalvanîst beşdarî panelê bû, diyar kir ku ew jî li ser axa Kurdistanê bi heman êşan mezin bûye û wiha axivî: "Li cihê çek, mirin û dagirkerî hebe, dê qîmeta tu peyvê nemîne. Kurdistan helbesta berxwedanê ye. Êdî helbest ji bo mîr û qonaxan nayên gotin, li ser berxwedanê tên nivîsin."

Bereh piştî li ser dîroka helbesta kurdî hin axaftin kirin, helbesta ku ji bo Botanê nivîsî bû xand.

Panel bi dayîna sertifîkayên xwendevanên zimanê kurdî bi dawî bû

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN