Yuksekdag: Dawiya dawî dê bên darizandin
AYDIN (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di Kongreya HDP'ê ya Aydinê de axivî û diyar kir ku di dorpêç û qatlîamên li Kurdistanê pêk tên de tu pîvanên exlaqê nemaye û wiha axivî: "Sûcê li dijî mirovahiyê ji hêla hikûmeta AKP'ê û Qesr ve tê kirin. Bi Serfermandariya Giştî û emniyetê re vî sûcî dikin. Dê di dawiya dawî de hesabê vê yekê bidin."
1'emîn Kongreya Awarte ya Bajêr a Aydinê ya HDP'ê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Salona Dewetê ya Şaredariya Ovaeymîrê pêk hat. Kongreya bi dirûşma "Em sihebê ji îro re ava dikin" dest pê kir de, bi hezaran kes beşdar bûn. Berî kongre destpê bike, polîsan dest danî ser wêneyên Hevseroka Navçeya Mîlasê ya HDP'ê Derya Koç a li Cizîrê di jêrzemîna wehşetê de hatibû qetilkirin, Cîhan Karaman û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Yuksekdag di kongreyê de li ser pêvajoyê hin axaftin kirin û da zanîn ku desthilatdariya siyasî, sûcên xwe bi çek, zor û teslîmgirtinê dixwaze binuxumîne û ev tişt got: "Di dîrokê de heta niha em teslîmê derewkar, diz û bêexlaqan nebûn. Dîrokê ji hêla me ve ev teslîmyet nenvîsî. Hêrsa wan ji vê ye."
Şerê qirêj yê Qesrê
Yuksekdag di dirêjiya axaftina xwe de li ser şer û pevçûnên li Kurdistan û Tirkiyeyê jî rawestiya û ev şer wekî "şere qirêj yê qesrê" pênase kir û wiha pêde çû: "Yek zarokê ku gel bide şerê Qesrê tune. Em ji bo aştiyê têkoşînê didin. Heke hilbijartinên 7'ê Hezîranê bihata naskirin dê li Tirkiyeyê demorkasî bi pêş biketa."
‘Mafên jiyanê tên qespkirin’
Yuksekdag der barê dorpêç û şerê li Kurdistanê ji hêla dewleta tirk ve tê meşandin de jî axaftin kir û aşkera kir ku 500 welatiyên sivîl ji hêla dewletê ve hatine qetilkirin, ji van 38 jê zarok in. Yuksekdag bi lêv kir ku kal û pîr li ber malên xwe tên qetilkirin û tenê sedemeke vê yekê heye ew jî gel li ser vê axê bidin koçberkirin.
‘Ev ji mirovahiyê derktine’
Yuksekdag herî dawî destnîşan kir ku şerê ku AKP'ê daye destpêkirin, şerê li dijî mirovahiyê ye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Tu aliyên vî şerî yê exlaqî tune ye. Li cenazeyên ciwan û ciwanên me heqaret tê kirin. Gefan li mele û seydayên me dixwin. Ji bo nimêja ciwanên meyên ku jiyana xwe ji dest dane neyê kirin, gefan dixwin. Ev kes ew qas ji mirovahiyê derktine. Ev pêkanîn hemû sûcên mirovahiyê ne. Dê tu êrîş me ji riya me nede paş. Dê di dawiya dawî de ji ber vî sûcî bên darizandin."
Piştî axaftinan di hilbijartina yek lîsteyî de wekî hevserok Metîn Taş û Pinar Akpinar hatin hilbijartin.
(ms)