DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

HDP dê Stenbolê bike navenda xebatên siyasî

 
17 Nîsan
13:46 2016

STENBOL (DÎHA) - Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bi tevlêbûna Endamên Meclîsa Giştî civîn pêk anî. HDP'ê di civîna xwe de diyar kir ku dê Stenbolê bikin navenda xebatên siyasî.

Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Stenbolê bi tevlêbûna rêveberên bajar û endamên Meclisa Giştî ya HDP'ê li avahiya HDP'ê ya Bajar civîn pêk anî. Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Aysel Guzel û Dogan Erbaş wekîlên HDP'ê yên Stenbolê Garo Paylan jî amade bûn. Di civînê de Dogan Erbaş, diyar kir ku bi boneya mijarên di rojevê de û nirxandinên siyasî kom bûne û wiha got: "Ji ber polîtîkayên Qesrê li dijî partiya me êrîş zêde bûne. Dixwazin berpirsiyarê şer û pevçûnan wekî HDP nîşan bidin. Em wekî partî ji destpêkê heta neha ji bo aştiyek mayinde têdikoşin. Ji bo demokrasî û aştiyê em têkoşiyan. Em dîsa di vê yekê de israr dikin û em dê Stenbolê bikin navenda xebatên siyasî.

'Em dê ewil li Stenbolê hewa tirsê bişkînin."

Wekîlê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan jî anî ziman ku dixwazin bi siyaseta şer û operasyonan tirsekê ava bikin, lê ew dê vê tirsê ewil li stenbolê bişkînin. Paylan, da zanîn ku ew dê xebatên xwe li taxan berdewam bikin. Ji bo me mijara destnedayînê mijarek piçûk e. Li aliyekî hevalên me û gelê me bê qetilkirin û kuştin em nikarin destnedayînê derxin pêş. Nikarin bi destnedayînê me bitirsînin. Me xwest pirsgirêkê bi riya siyaseta demoratîk li meclîsê çareser bikin. Lê yên di şer de israr dikin hene. Em dixwazin vê siyaseta şer vala derxin. Hebûna HDP’ê dijberiya şer û parastina aştiyê ye.

Civîn dê heta êvarî berdewam bike.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN