DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

'Vîna li Kurdistanê tekane hêza li dijî pergala serokatiyê ye'

 
17 Nîsan
13:04 2016

STENBOL (DÎHA) - Berdevkê Hevserokê HDK'ê Ertugrul Kurkçu di civîna Meclisa Giştî ya HDK'ê de axivî, bal kişand ser mijara rakirina destnedana li dijî HDP'iyan û aşkera kir ku ew dê li hemberî vê pêkanînê bêdeng nemînin dê ji bo her kursiyekî şerê qadê bidin meşandin. Berdevka Hevserokatiya HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî diyar kir ku heta ku desthilatdarî derbasî pergala serokatiyê nebe dizane ku dê berdêla wê bide, ji bo wê dixwaze rewşeke aloz û şidetê bide avakirin û aşkera kir ku vîna li Kurdistanê tekane hêza li dijî pergala serokatiyê ye.

3'emîn Meclisa Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Stenbolê civiya. Civîna li Odeya Tabîban a Stenbolê de pêkhat, Berdevkên Hevserokên HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Ertugrul Kurkçu jî beşdar bûn. Piştî hilbijartina dîwanê, ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin. Di civînê de Berdevka Hevserokatiya HDK'ê Gulistan Koçyîgît axaftinek kir û da zanîn biryara şer a di sala 2014'an di civîna MGK'ê de hat girtin û gel jî anîn vê lîstikê.

‘Vina li Kurdistanê tekane hêza e'

Koçyîgît destnîşan kir ku heta desthilatdarî derbasî pergala serokatiyê nebe dizane ku dê berdêla wê bide, ji bo wê dixwaze rewşeke aloz û şidetê bide avakirin. Koçyîgît aşkera kir ku polîtîkaya şer a îro ji ber vê yekê ye. Koçyîgît da zanîn ku desthilatdarî difikire ku çiqasî rewşeke aloz ava bike dê ew qas serkeftî jê derkeve û wiha got: "Wê demê em ê jî li dijî vê lîstokê heta dawiyê têkoşînê xwe berdewam bikin. Vîna li Kurdistanê tekane hêza li dijî pergala serokatiyê ye."

'Em li gel gelê elewî ne'

Koçyîgît bal kişand ser dorpêça li ser bajarên Kurdistanê û daxuyaniyên Serokomar Erdogan û wiha pêde çû: "Dema em li tevahiya dîroka Tirkiyeyê mêze dikin, qasî sala 2016 daxuyaniyên hov ên şer nehatine kirin. Gotina 'divê li ser seriyan serî neyên hiştin' ji gotinên demên komkujiyan tu cudahiya wan tune. Dixwazin herêmê bê mirov bihêlin û dest daynin ser hemû bermahiyên dîrokî û nasnameyan ji holê rakin."

Koçyîgît zilma li dijî kurdên elewî jî bi bîr xist û diyar kir ku çawa dixwazin erdingariya Kurdistanê vala bikin, dixwazin erdingariya elewiyan jî bê mirov bihêlin û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Lê bi salan komkujî pêk anîn dîsa jî ne elewiyan û ne jî kordan axa xwe terk nekirin. Bi projeyeke nû dixwazin herêmê bê mirov bihêlin. Em heta dawiyê li gel têkoşîna elewiyan e."

'CHP bû parçeyekî şantajê'

Koçyîgît li ser mijara destnedanê jî sekinî û helwesta CHP'ê ya di vê mijarê de rexne kir. Koçyîgît bi lêv kir ku CHP teslîmê şantaja AKP'ê bûye û ev tişt hat gotin: "AKP bi kesên nû girtiye gel xwe re dixwaze pergala serokatiyê gav bi gav bihûne. Teslîmbuna CHP'ê ya vê xefikê jî ev e."

‘Bêdengiya li hembgerî Ensarê bêexlaqî ye’

Koçyîgît bêexlaqiya li dijî zarokên li Karamanê jî bi bîr xist û bêdengiya AKP û Serokomar Erdogan bi van gotinan rexne kir: "Dest jê berdin gotinekî bikin, ji bo li ser bûyerê bigirin hemû bêexlaqiya xwe dan nîşan. Em dê van polîtîkayên AKP'ê teşhîr bikin û heta dawiyê şopdarê vê dozê bin." Koçyîgît li ser pîrozbahiyên 1'ê Gulanê rawestiya û bang li hikûmetê kir ku qedexeyên di Newrozê de bûn sedema nerazîbûnên mezin, di 1'ê Gulanê de dubara neke.

‘Erdogan parlamentoyê bela dike'

Berdevkê Hevserokê HDK'ê Ertugrul Kurkçu jî li ser pergala serokatiyê sekinî û bi lêv kir ku spartina pegala serokatiyê ya ji hêla Qesrê ve û daxwazên demokrasiyê yên ji hêla civakê ve di demeke li hemberî hev hatî de ne û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Serokomar Erdogan dixwaze parlamentoyê bela bike, bi vê rêbazê dixwaze pêşî li têkoşîna civakî bide girtin." Kurkçu herî dawî der barê rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê de jî ev tişt anîn ziman: "Ev rêbaz ya Hîtler û Mussolînan e. Em dê ji bo her kursiyekî şerê qadê bidin meşandin. Em dê teqes mazbatayên ku gel dane me teslîmî Erdogan nekin. Ev mijareke têkoşînê ye. Dê HDK tu carî li hemberî êrîşên li dijî temsîlvanên xwe pêk tên bêdeng nemîne. Dê ev nîqaş wekî ku hatiye destpêkirin neçe."

Civîn piştî axaftinan ji çapemeniyê re girtî hat berdewamkirin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN