DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

'AKP kîjan nirxên exlaqî diparêze?'

 
17 Nîsan
09:12 2016

ENQERE (DÎHA) - Hindekarê Zanîngeha Başkentê Menderes Çinar ê ku bi xebatên xwe yên der barê AKP'ê de dike ve tê naskirin têkîldarî refleksa AKP'ê ji bo Weqfa Ensarê nirxandina "derûdorên ku di rewabûna xwe bide qebûlkirin de zehmetiyê dikişîne heye" kir û got ku ji bo ku vê winda neke jî hemû pîjvnana datîne aliyeke. Çinar wiha got: "AKP kîjan nirxan diparêze di vî mijarê de guman derketine holê."

Nêzîkatiya AKP'ê ya di bûyera îstîsmarê ya li Weqga Ensarê derket holê de bi her awayî tê nîqaşkirin. Hindekarê Zanîngeha Başkentê Menderes Çinar ê ku bi xebatên xwe yên der barê AKP'ê de dike ve tê naskirin polîtîkayên îxtidarê yên têkîldarî bûyerên îstismarê yêr di demên dawî derketin nirxand.

Çinar destnîşan kir ku hikumet bi taybetî ni nava pozîsyona xwe parastinê de ye û ev yek jî kêrî yên ku êrîşa zayendî pêk tînin tê û wiha got :"Di dema yek partî de bîra bi zarokan didan vexwarin wekî tîryak dihat belavkiri, li ber hesabên siyasî hem jî li ser hesabên siyasî yên şaş nêzîkatiyekî têkîlî datîne hîs dikim." Çinar got ku ev nêzîkatiya AKP'ê dibe sedema fikarên wekî gela kîejan nir tên parastin.

'Pîvana exlaqê baş kontrol û şefafbûn e'

Çinar anî ziman ku yurda waqfê ya di bin kontrola weqfê de neqanûnî ne ji ber vê yekê jî ku kontrol tuneye, hemû tişt teslîmî exlaqê "baş" ê rêveberan hatike kirin dima ku ji exlaqê "baş" pirsgirêk derdikeve jî weqfa ku cihên pirsgirêk derketiye bi rêve dibe em dibînin ku ji ber xizmetên xwe tên parastin û wiha berdewam kir: "Beriya çend salan hin malên ku xwendekarên zanîngehan lê diman bi gotina jiyanên rewa û nerewa hene hatibûn dorpêçkirin. Heta ji welatiyan re gotibûn îxbar bikin. Ez ê bi giştî bibêjim çalakiya war şefefî, kontrol hesab dayîn û pêkanîna exlaqê baş de divê. Di vî warî de ne ji weqfê ne jî ji siyasetmedar nehat. Serî li rêbaza ku xebatên weqfê bên lêkolînkirin nedan.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN