DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

'Heke guhertin bi vî rengî bibe ewlehiya tu kesan namîne'

 
17 Nîsan
09:11 2016

ENQERE (DÎHA) - Hinûqnas li hemberî pêşnûmeya guhertina destnedayînan a ku HDP'ê hedef digire û ji aliyê AKP û CHP'ê ve tê rojevê nerazîbûn nîşan dan. Hiqûqnasên qanûna esasî nirxandina " bênîqaş li dijî qanûn û qanûna esasî ye" kirin wiha gotin: "Heke ev guhertin bê kirin dê ewlehiya tu kesan nemîne. Daxuyaniya CHP'ê ya di vî mijarê de îflas e. Divê CHP'ê erd ûezman bihejanda."

Pêşnûmeya ku AKP'ê ji bo guhertina destnedayînên parlamenteran bê kirin da tê nîqaşkirin. Têkîldarî pêşnûmeya ku HDP'ê hedef digere hemû hiqûqnas dibêjin ku li dijî Qanûna Esasî û hiqûqa navneteweyî ye.

Piştî ku Prof. Ersan Şên têkîldarî mijarê nirxandina "guhertin li dijî qanûna esasî ye" kir vê carê jî ji hiqûqnasên navdar ên qanûna esasî yên Tirkiyeyê Prof. Dr. Levent Koker jî nerînên wekî wî anî ziman. Koker ê ku ji DÎHA'yê re nirxandin kir îfadeyên "bêyî nîqaş guhertina ku tê xwsetin bê kirin li dijî hiqûq û qanûna esasî ye" bi kar anî û got ku çend sedemên vê yekê heye. Koker ev nirxandin kir: "Ya yekemîn rakirina desnedayînan karekî şeşî ye li gorî Qanûna Esasî. Rakirina destnedayînên her wekîlekî karekî ku yek bi yek wî eleqedar dike ye. Dema ku hûn qanûna esasî biguherînin û ji bo fezlekeyan bi tevahî rakin hûn ê vê yekê bin pê bikin."

Mafê parlamenter ê serlêdana DAdgeha Qanûna Esasî tê astengkirin

Koker destnîyan kir ku dîsa li gorî madeya 85'emîn a Qanûna Esasî, parlamenterê ku destnedayîna wan bê rakirin dikarin serî li Dadgeha Qanûna Esasî bidin û wiha berdewam kir: "Lê heke hûn destnedayînan rakin kar dibe guhertina qanûna esasî dibe, ji bo di vî mijarê de serlêdanê bikin îmzeya 110 wekîlan lazim e. Bi vî vî rengî hûn mafê serlêdan li Dadgeha Qanûna Esasî jî ji destên parlamenteran digirin." Koker anî ziman ku heke ev guhertin bê kirin dê li Tirkiyeyê kî çi dixwaze dikare bike ev jî binpêkirina hiqûqê ye.

Gotinên Kiliçdaroglu îflasa hemû tiştan e'

Koker bal kişand li ser gotinên Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ya "Ev guhertin li dijî qanûna esasî ye lê em ê piştgiriyê bidin" jî û nirxandina "ev îflaskirina hemû tiştan e" kir.

'Divê CHP'ê erd û ezman bihejanda'

Koker di berdewamê de ev nirxandin kir: "Partiya muxalefetê dizane ev derveyî qanûna esasî ye. Îxtidar jî dizane. Bi vî rengî qebûlkirin zirareke mezin dide. Hemû desteftiyên siyasê texrîb dike. Ev ji nehiqûqiya 1994'an wêdetir e. Wê demê yek bi yek hatibû rakirin. Ez gotina paritiya muxalefetê ya ligel ku derveyî qanûna esasî ye jî em ê piştgiriyê bidin wahîm e. Divê partiya muxalefetê erd û ezman bihejanda. Pêşniyara CHP'ê jî heye xwedî li pêşniyara xwe derneket."

Koker diyar kir ku ew li bendê ye di nava MHD û CHP'ê de kesên li dijî vê yekê deng bi kar bîrnin derkevin. Koker anî ziman ku ligel ku îdiayên cidî yên nelirêtiyê hene jî tê fêmkirin ku têkîldarî wan dosyayek jî tuneye.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN