Ji ber şer êdî turîst nayên Germavên Baginê
MUJDAT CAN
DERSIM (DÎHA)- Germavên Bagin ê turîstan eleqeyeke mezin nîşan didan ji ber şer êdî kes nayê. Xwediyên kergehan diyar kirin ku ji ber şerê diqewime mexdûr bûne, ji ber qereqolên li herêmê darên berûyê tên jêkirin û lewma pezkovî jî nayên herêmê.
Germavên Baginê ya ku di navbera navçeya Depê ya Xarpêtê û navçeya Mazgertê ya Dersimê de ye û bi ava xwe ya şîfa ve pezkoviyên li çiyayên derûdorê ve yek ji ciheke turîstan dikişîne ye ji ber polîtîkayên şer êdî turîst nayên.
Kargerên germavê Ergîn Begîn xwest hikûmet dev ji polîtîkaya şer berde û vegere pêvajoya aştiyê. Begîn da zanîn ku wateya Bagin ê di zimanê erman de "Mala Xwedê ye" û li vî welatî ji ber bûyerên mu hikûmetê daye destpêkirin turîstên ji Ewropayê tên ji ber ku ewlehî tuneyê nayên herêmê. Begîn got ku tenê bi hatine welatiyên herêmî dê nikaribin debara xwe bikin û ev tişt anî ziman: "Gelê herêmê dê careke du caran bê. Cara sêyemîn nayê. Ji ber ku butçayekî wan ê diyar heye. Ev tesîsa me girêdayî hatine turîstên ji Ewropayê tên e. Ew jî mafdar in ku dibêjin ewqas pirsgirêk heye ma em ê çima biçin cihên bi pirsgirêk."
'Hikûmetê bûyer derxist'
Begîn got ku ji bo tesînan di nava 3 salan de gelek razemenî kirine dîsa difikirîn ku bikin lê piştî ku pêvajoya aştiyê xira bû, nekirine. Begîn bang li hikûmetê kir û wiha got: "Bİ destên hikûmetê ev bûyer hatin derxistin. Heke bixwazin dikarin di nava 2 rojan de jî van bûyeran bidin rawestandin. Divê her tişt ji bo aştiya dualî be. Dema ku pêvajoya aştiyê nebe gundî tiştekî qezenc nakin. Esnaf qezenc nakin. Heta ku bûyer bi dawî nebin li Tirkiyeyê aramî zehmet e."
'Gelê herêmê aramiyê dixwazin'
Cevdet Gul jî diyar kirin ku cihê xwe ji bo 48 salan kirê kirine ev 3 sal in jî gelek pere xerc kirine niha şer bandoreke pir neyînî li ser karên wan kiriye. Gul got ku êdî nikarin kar bikin û wiha berdewam kir: "Di dema pêvajoya aştiyê de baş bû. Mirov bi awayeke rehet dihatin. Daxwaz pir bû. Piştî ku pêvajo xirab bû niha kes nikare bê. Yên ku tên jî bi tirs tên."
'Bendavan qadên jiyanê tune kir'
Gul anî ziman ji ber ku li ser çemê Perî bendavên Seyrantepe û Tatarê hatine çêkirin ava ku tê germavan kêm dibe, masî jî ji ber bendavan ji vir koç dikin û ev agahî da: "Niha pir kêm tê. Berê li vir masiyên turna hebûn. Bi benavê ve tune bû. Ji ber bendavan mirovan jî kç kirin. Cih û warên xwe çanda xwe berdan. Me bendav nedixwest lê çêkirin. Xwezaya me qetilkirin."
Ji bo ewlehiya qereqolê darên berû tên tunekirin
Gul bilêv kir ku li ser girê jora germavê qereqol hatiye çêkirin û ji ber vê yekê jî pevkoviyên sembola germavê ne jî nayên. Gul got ku êvaran pevkovî dihatin germavê û turîstan li vir wêne dikişandin.
Gul diyar kir ku bi hatina biharê leşker li cihên ku pevzkovî hene darên beruyê dibirin û wan ji qadên jiyanê qut dikin. Gul anî ziman ku dema ku dibêjin daran jênekin bersiva ji ber ewlehiyê tê kirin didin wan.
(sa)