Demîrtaş: Li hemberî Qesrê tenê me çok daneynî
SÊRT(DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di Kongreya HDP'ê ya Sêrtê de axivî û bal kişand li ser destnedayînan û wiha got: "Niha hesabên zirav ên kesê li Qesrê heye. Ji bo ku li welat dîktatoriyê ava bike HDP'ê li hemberî xwe asteng dibîne. Heta ku HDP'ê ji holê raneke dê dilê wî rehet nebe. Ew ê nikaribe dîkatoriyê ava bike. Ji bo vê em tenê man. Partiyên muxalefetê li hemberî Qesrê çok danîn. Li polîtîkaya şer de li hev kirin."
Yekemîn Kongreya Awarte ya HDP a Sêrtê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ve bi şîara "Em ji bo azadiyê li ber xwe didin ji bo demokrasiyê xwe rêxistin dikin" hate lidarxistin. Piştî hilbijratina diwanê Demîrtaş axivî. Demîrtaş wiha got: "
"Îxtidarekî ku qîmeta HDP'ê fêm nake, welat ber bi tarîtiyê ve dibe heye. Bila gelê me bi vî bawer bike ku em ji rakirina destnedayînan natirsin. Ji ber ku ew ê winda bikin. Em winda nakin. Qey dibêjin heke destnedayîna HDP'ê bê rakirin em ê çok daynin û bibêjin me efû bikin. Ma gelo hûn dibêjin em wekî we qeşmerên qesrê ne? Fikara me ji bo mirovahî û welatê me ye. Em ditirsin ku welat ber bi rewşekî xirabtir ve biçe.
Me doz û berjiwendiyên gelê xwe parast
Me tiştekî ku fedî bikin nekiriye. Şukir ku kes me bi ruşwetê, bi dizîna kaseya dewletê û ya gel sûcdar nake. Me doz û berjewendiyên gelê xwe parast. Hemû tiştên ku em dibêjin ji bo aramiya welat e. Em heman tiştî jî dubare dikin. Em bi derew û îftirayeke mezin re rû bi rû ne. Ji xwîna ku diherike HDP'ê sûcdar dikin. Lê bawer bikin êdî ew jî bi derewên ku dikin bawer nakin.
Partiyên muxalefetê li hemberî qesrê çok danîn
14 sal in hûn îxtidar in ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gelek caran derfetên ku derketin we nenirxand. Ma wa gavekî ras avêt û li hemberî polîtîkayên şer sekinîn me piştgirî neda? Heke îro hûn vegerin polîtîkayên aştiyê em ê ji bo xatirê dayikan û ciwanên ku dimirin dîsa piştgiriyê bidin. Hûn mirovan dixin nava şer. Niha hesabên zirav ên kesê li Qesrê heye. Ji bo ku li welat dîktatoriyê ava bike HDP'ê li hemberî xwe asteng dibîne. Heta ku HDP'ê ji holê raneke dê dilê wî rehet nebe. Ew ê nikaribe dîkatoriyê ava bike. Ji bo vê em tenê man. Partiyên muxalefetê li hemberî Qesrê çok danîn. Li polîtîkaya şer de li hev kirin. Ev hersê partiyan dîsa bîat kirin. Çima birayên me yên tirk li dijî biryara şer û netewperestiya li her derê welat ji van partiyan re tiştekî nabêjin. Tenê ev e, em li parlamentoyên bin nebin çi ferq dike.
Em evîndarê qoltixan nînin, dê di demeke nêz de guhertina destnedayînan dê bînin meclîsê. Em ê bibînin kî li dora Qesrê ketiye rêzê hejara yên ku li dijî vê yekê derkevin ji hesabên wan zêdetir e. Em ê di dema dengdayînê de bibînin, ez bi bihistiyariya wekîlan bi bawer im dem dema ders dayîna vî îxtîdarê ye. Ev di meclîsê de hilbijartinekî dîrokî ye. AKP îxtidara kesên ku tirîlyonan pere birine ye. Dernexistin pêşberî darazî. Ya ku ev yek kir AKP ye.
Dê kî kê bidarîzîne em ê bibînin
Niha me ji ber axaftinên ku me kirine derdixînin pêşberî daraza xwe. Tu komîsyonên hiqûqê yên AKP'ê nikare be bidarizîne. Em ê tu caran ji darazekî adil û serbixwe netirsin. Tê hêza wan têrê nake me bidarîzinin. Dê kî kê bidarizîne em ê bibînin. Em bi dengên helal ên gel hatin vê derê, çiqas mafê te li meclîsê heye yê me jî ewqas heye.
Nikarin me teslîm bigirin
Tu ne midûrê me, amîrê me ye tu jî wekîl î. Tu bûyî serowezîr, îxtidar jibilî vî tu ferqa me tuneye. Tu HDP'ê dê li hemberî vê rewşê serê xwe netewîne. Me nikarin bi vî rengî teslîm bgirin. Tu caran morala xwe xira nekin. Me hemû amadekariyên xwe kirey Em alîgirên aştiyê ne. Ev polîtîkayên erzan dê têk biçin. Ji sedî 50 deng girtine lê ditirsin. Niha jî ji yên we hilbijartine ditirsin. Em ser bilind in. Tiştekî ku fedî bikin nekiriye. Li hemberî qanûn û gel serê me bilind e. Li Agiriyê Zîlanê her derê ev yek kirin. Di salên 90'an de jî bi heman ferasetê nêzîkî me bû. Ev feraset nû derneketiye holê.Banga 'an serî bidî yan jî serî bitewînî' li PKK'ê bikin ez ê fêm bikim. Lê dixwazin bi gel serî bidin tewandin. Em partiyekî 6 milyon deng girtiye ne. Ew wekî misilman pênase dikin xwezî wisa bin. Yên ku di dilê wan de tirsa xwedê hebe ma cenazeyan dişewîtîne? Xwezî Serokomar û Serokwezîr ji îslamê fêk bikin. Ji ber ku misilman zilmê nake. Misilmanek cenazeyê jinekî tazî nake û wêneyên wê nakişîne. Binêrin Seydano ne wisa ye?
Wan îslam ji bo li ser qirêjiyên xwe bigirin bikar anîn. Binêrin li weqfên ku ava kirine çi bi zarokên biçûk dikin. Ma kesên bi wijdan bi exlaq gelo dê zarokan biparêze yan weqfê? Exlaqê van li Weqfa Ensarê derket holê. Serokomar li dijî vê yekê yek gotin nekir. Her carê heqeret li HDP'ê dike lê careke jî ji tecawizkaran re tiştek negotiye. Ez ji kesê li Qesrê re dibêjim. Bibêje tiştên li Karamanê şaş e. Çima nabêjî. Heke exlaqê ke li gorî vê ye tiştekî nabêjim. Heke tu ji bo wan zarokan li dijî wan tecawizkaran dernekevî berpirsyar tu yî. di dema AKP'ê he li Pozanti û Karamanê tecawizî zarokan hate kirin.
Li derê çeteyên DAIŞ'ê heye
Her derê Tirkiyeyê di destên çeteyên DAIŞ'ê de ye. Qasî ku di dema we de bêexlaqî derket holê tu demê tunebû. Ev hemû di bin navê partiya îslamê de kirin. DAIŞ'ê çawa zirar da îslamê çawa li sûkan jin firotin ev yek jî di bin navê Dewleta Îslamê de kir.
Du roj in li Stenbolê bi serokên welatên îslamî civînê li dardixin. Bala we bidin ew Qralê Siûdî heye, qralê axa pîroz e. Tê gotin ku tuwaleta vî qralê jî bi zêr ve hatiye çêkirin, qesra ku herî mezin a cihanê ye. Bi milyonan dolar pere di du rojan de xerc kir. Ev pereyên kesên ku diçin hecê ye. Navê vî serokê jî îslamê ye. Serokê 56 welatên îslamê kom bûne her yek ji wan jî welatiyên xwe dieciqînin. Piştre jî dibêjin çima li welatî îslamê xwîn diherike. Ji ber mejiyên yên wekî we xwîn diharike. Gelên we di nava sefaletê de dijîn hûn jî pereyê gel xerc dikin. Riya rizgariyê gel û îslamê ji dîktatorên bi vî rengî xilaskirinê derbab dibe.
'Heke em li welatekî cudaxwazî tê kirin bêdeng bimînin dê bibin bêrûmet'
Li vî welatî aştî înşakirin karê 10 rojan e. Heke em li welatekî ku wisa cudaxwazî tê kirin bêdeng bîminin em ê bêrûmet bin. 15 milyon HDP'î dê ji welatîbûnê derxînin. Ev der welatê HDP'ê ye. Hê beriya 3 salan ma negot li Osmanî, eyaleta Kurdistanê hebû? Niha ji ber ku ev rastiyan em dibêjin dixwazin destnedayînên me rakin. Heqîqeta welat em diparêzin. Hûn çima bi zorê 20 milyon kurdan înkar dikin.
Canê me ji yên kesekî bi qîmet ir nîne. Em ê zindanê ji wan re bikin zindan. Ew ditirsin. Em di riya doza heq da ne. Gelê Botanê û Sêrtê dê ji sekna xwe tawîz nedin. Ev rojên zehmet dê derbas bibin. Bila dilê we rehet be."
Piştî axaftinan di hilbijartina hate kirin de Necîbe Îlhan û Abdullah Çetîn wekî Hevserokên HDP'ê yên Sêrtê hatin hilbijratin.
(sa)