DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Keda jinê reng dide civakê

 
16 Nîsan
09:09 2016

WAN (DÎHA) – BÎKAD-KOOP ku li Wanê ji 2004'an heta niha xizmeta hilberîna zexîreyên organîk dide civakê, niha jî di bin baneyê EKO-JIN de berhemên çandinî û sewalkariyê digîne civakê.

Kooperatifa Bikaranina Çand û Derdorê ya Piştgiriya Jinê ya Sixkê (BÎKAD-KOOP), ji sala 2004'a û heta niha xizmeta civakê dike. Niha jî di bin navê EKO-JIN de hilberînên berhemên çandinî û sewalkarî yên organîn pêş dixe û pêşkêşî civakê dike. BÎKAD-KOOP, berhemên xwe di bin baneyên EKO-JIN de li Fuara Zexîre û Sewalkariyê ya Çandiniyê ya li Organize Sanayî ya Herêma Anadoluya Rojhilat stand vekir.

‘Hilberîn bi destê jinê mezin dibe'

EKO-JIN bêtir girîngiyê dide keda jinê û hewl dide keda jinê qîmetê xwe bibîne. Dîsa dixwaze rê li pêş kedxwariya mêr bigire. Endama Rêveberiya BÎKAD-KOOP'ê Sonmez Ertaş, diyar kir ku ji bo bêtir keda jinê ya hilberînê bê dîtin û rê li pêş serdestiya mêr bigire, tevli EKO-JINê bûn û wiha got: "Hemû behem û hilberînên me xwezayî ne. Hemû ked û xwîdana eniya jinê ye. Di bin baneyê EKO-JIN'ê de em berhem û hilberina jinê digînin gel. Ji çandiniyê heta komkirinê hemû bi ked, hezkirin û destê jinê mezin dibe. Hemû bi keda destan mezin dibe. Hemû berhem bi destê jinê, xwezayî û bê madyeyên kîmyewî pêk tên. Hemû saf û heqîqî ye. Em bi hesasiyetek mezin digînin gel."

Stanta jinê rastî eleqeyek mezin tê

Li Fuarê stanta ku berhemê jinê lê rastî eleqeyek mezin tê. Jin li vê stantê kutilk, hutilk, manti, rîçal, şorbenîsk, berxaçan çê dikin û difiroşin. Ertaş, têkildarî hilberîn û xebata jinan anî ziman ku dema mêr li stantê wan dibînin şaş dibin û wiha got: "Heta niha me jin li vihê wisa nedîtibûn. Ji ber ku tu car destûr nedane ku jin derkevin derve. Lê jin êdî li her derê ne. Di her qadê de xwedî ked û hilberînin. Dixwazin ev ked û hilberîna wan bê dîtin. Rêxistinbûn û piştevaniya jinê keda jinê dide xuyakirin û hilberîna wê bi qîmet dike. Rêxistin û piştevanî li dijî aboriya mêr xurt dike.

Ertaş, destnîşan kir ku hişmendiya mêr her dem dixwaze jinê ji xweza, hilberîn û afirandinê dûr bixe, lê ew dê destûr nedin vê yekê. Ertaş, anî ziman ku armanca wan ewe ku bêtir jinê di qada aboriyê de bidin xuyakirin û keda wê neyê windakirin. Erdaş, da zanîn ku ew di bin baneyê EKO-JIN de bûn yek û ji bo aboriyek kolektif û xwezayî dê bêtir xwe bigînin jinan. Ertaş, destnîşan kir ku dê di demek nêzîk de atolyeya tekstîlê vekin.

(mae)








ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN