DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

'Di 1'ê Gulanê de navnîşana karkeran Taksîm e'

 
16 Nîsan
09:04 2016

STENBOL (DÎHA) - Serokê Giştiyê DÎSK'ê Kanî Beko diyar kir ku di 1'ê Gulanê de navnîşana karkeran Taksîm e. Beko bang li karkeran kir ku bi hêzeke mezin beşdarî 1'ê Gulanê bibin û li dijî polîtîkaya şer a desthilatdariyê, li dijî şert û mercên bê ewle dengê xwe bilind bikin û daxwazên xwe bînin ziman.

Kedkar dê di 1'ê Gulana 2016'an de li dijî polîtîkayên şer a hikûmeta AKP'ê ku li erdingariya Kurdistanê dimeşîne, dîsa li dijî polîtîkayên AKP'ê
yên metîngeriyê li her derî li qadan daxwazên xwe bînin ziman. Wekî her salê îsal jî dê çavê her kesî li pîrozbahiyên li Stenbolê bên li darxistin be. Qada Taksîmê ya ku her salê ji hêla karkeran ve ji bo 1'ê Gulanê tê diyarkirin, her sal ji hêla AKP'ê ve tê qedexekirin û ji ber qedexeyên AKP'ê qad vediguhere qada şer. Pêşniyara CHP'ê ya 'Em bi milyonekî kesî li qadeke din 1'ê Gulanê pîroz bikin' jî ji hêla kekdaran ve nehat qebûlkirin. Piştî civîna ji hêla serokên rêxistinên wekî DÎSK, KESK, TTB û TMMOB'ê hat girtin de, bang hat kirin ku di serî de li Taksîmê li her derê welat divê pîrozbahî werin kirin. Serokê Giştiyê DÎSK'ê Kanî Beko der barê pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên 2016'an de ji DÎHA'yê re axivî.

'Dê karker daxwazên xwe biqîrin'

Beko bal kişand ser qanûnên ku ji hêla hikûmetê ve hatine derxistin û şertên bê ewle yên xebatê, bang li hemû karkeran kir di serî de li Qada Taksîmê divê li tevahiya welat 1'ê Gulanê bê pîrozkirin. Beko di dirêjiya axaftina xwe de li ser pirsgirêkên kar, tazmînata kidemê ya dewrî fonê hatiye kirin, dîsa pêşî lê vekirina buroyên taybet ên îstihdamê û karkerên tên kirêkirin û ev tişt got: "Li welat nêzî 10 milyon kesên bê kar hene. Teqes divê em ji bêkaran re kar bibînin. Tazmînata kidemê ya qazanca 100 salî dixwazin dewrî fonê bikin."

Di dema AKP'ê 17 hezar kerker mirin

Beko bi lêv kir ku hin qanûnên ku hatine derxistin jinê mehkûmê malê dike û wiha pêde çû: "Tê payîn ku jinê di malê de bidin xebatê. Ji ber ku di aliyê ewlehiyê de gelek kêmasî hene, di mirina karkeran de em di Awropayê de yekemîn, di cîhanê de di rêza 3'êmîn de ne. Ji ber ku tedbîrên ewlehiyê nayên girtin her meh bi dehan karker jiyana xwe ji dest didin. Di serdema AKP'ê de 17 hezar karker jiyana xwe ji dest da."

'Aştî xwestin bû sûc'

Beko bal kişand ser şer û pevçûnên ku diqewimin û diyar kir ku di 1'ê Gulana 2016'an de polîtîkayên şer di dewrê de ne û ev tişt got: "Ji ber wê divê di 1'ê Gulanê de karker li qadan aştiyek mayînde daxwaz bikin. Li ser vê axê gelek xwîn hat rijandin. Em dixwazin aştiyek mayînde bê sazkirin. Lê em hatin xaleke wesa ku di roja meya îro de daxwaza şer kirin ne sûc e, aştî xwestin bûye sûc. Em bang dikin ku divê hemû saziyên kedê, alîgirên demokrasiyê, hemû beşên azadîxwaz û dîsa odeyên pîşeyî, DÎSK KESK TTB TMMOB divê di serî de li Qada Taksîmê û li tevahiya Tirkiyeyê dengê aştiyê bilind bikin."

'Navnîşana karkeran Taksîm e'

Beko li ser nîqaşên qedexekirina Taskîmê ya di salên derbasbûyî de pêk hatibû jî rawestiya û aşkera kir ku "qedexekirina Taksîmê sûc e." Beko biryarên dadgehên herêmî û DMME'yên demên borî der barê qedexeya Taksîmên de jî bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Bi qedexekirina Taksîmê sûc tê kirin. Navnîşan karkeran Taksîm e. Dema li Stenbolê 1'ê Gulanê tê gotin Taksîm tê nîşankirin. Di sala 1977'an de 37 hevalên me li wir hatin qetilkirin. Me wê rojê heta niha têkoşîna bila kujeran teslîmê edaletê bikin da meşandin. Heta ev kujer neyên cezakirin dê komkujiyên li welat berdwam bikin. Heke kujerên 77'an bihatana cezakirin dê komkujiya Gurgumê neqewimiya, dê komkujiya Sêwasê pêk nehata, dê li Sirûcê 33 kes can nedana. Komkujiya 10'ê cotmehê di dîroka Komarê de komkujiya herî mezin e. Heke kujerên 77'an bihatana darizandin dê welat nebuya welatê komkujiyan."

(ms)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN