Demîrtaş: Divê CHP kemîna erzan baş hesab bike
ENQERE (DÎHA) - Hevserokê Giştiyê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş berî civîna MYK'a partiya xwe axivî û der barê helwesta CHP'ê ya der barê "Rakirina destnedanê" de agahî da. Demîrtaş diyar kir ku divê partiya muxalefetê xefikên erzan baş hesab bike û wiha got: "Pêşnayareke li dijî hiqûqê bi awayekî vekirî beyî ku bê nîqaşkirin destekirin bi fikar e."
Lîjneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di bin serokatiya Hevserokên Giştî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş de li navenda giştî ya partiyê de civiya. Civîna ku ji ber girtinên demên dawî bi kêmasiya hin endamen dest pê kir de, Demîrtaş ji bo çapemeniyê nêrînên xwe yên der barê "rakirina destnedanê" ya ji hêla AKP'ê ve anîn meclisê agahî da.
Ev dê xelata meya şerefê be
Demîrtaş der barê mijarê de ev tişt parvekirin: "Ev taxtîra partiyên wan in. Ew dizanin. Lê bi vekirî tê dîtin ku ev rêbazeke şênber a tolhildanê ye û xetayeke mezin e. Der barê mijara rakirina destnedanê û sînorkirina wê de hin pêşniyarê me jî hene; ev jî li gorî hiqûqa gerdûnî û li gorî referandûma welatên mokratîk ên Awropayê ye."
Demîrtaş derbirî ku bi rastî jî heke der barê mijara 'rakirinê destnedanê' de samîmî bin, bira kerem bikin pêşniyara HDP'ê destek bikin û ew ê jî bêjin er ê. Demîrtaş got ku bila destnedana her çar partiyan jî bê sînorkiriğn û wiha pêde çû: "Lê derdê AKP'ê ew e ku wekîlên HDP'ê bi xwe ve bide girêdan û li gorî xwe teşeyê bide wan. Divê partiya muxalefeta giştî vê xefikê baş hesab bike. Pêşnayareke li dijî hiqûqê bi awayekî vekirî beyî ku bê nîqaşkirin destekirin bi fikar e. Textîr a wan e, ji derveyî Xwedê tirsa me ji tu kesî tune, hesabekî ku em nedin jî tune. Dê destnedana kesên talanê dikin, diziyê dikin û malên gel didizin, dê malên xwe bi pereyan tije bikin hebe, dê ya kesên ji ber fikrên xwe gotine destnedana wan bê rakirin. Ev dê ji bo me bibe xelata şerefê."
Em ser bilind in
Li ser pirsên wekî "Dê helwesta HDP'ê çi be?" û "Hûn dê berê xwe bidin gel?" jî Demîrtaş ev bersiv dan: "Dema 3 partî bûn yek û biryara guhertina Makeqanûn dan, tiştekî ku em bikin tune. Tenê tiştek heye ew jî sekna meya li parlamentoyê dê serbilindiya meya li dijî vê feraseta paşverû be."
Piştî van nirxandinên Demîrtaş derbasî civînê bûn. Xala sereke ya civînê "rakirina destnedanê" û pêşketinên li Kurdistanê ne. Civîn dê heta piştî nîvro bidome û pişt re dê daxuyanî bê dayîn.
(ms)