DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Rapora PE ya Tirkiyeyê: Erdogan şermezar kir û hikûmt rexne kir

 
14 Nîsan
16:07 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Parlamentoya Ewropa (PE) paroka Tirkiyeyê parve kir û di raporê de Serokomar Erdogan şermezar kir. PE'ê hikûmeta AKP'ê jî bi zimanekî tund şermezar kir. PE'ê bi yek dengî ev rapora Tirkiyeyê qebûl kir. Raportorê PE'ê yê Tirkiyeyê Katî Pîrî, diyar kir ku rakirina vîzyan nagêje hezîranê.

Raroptorê Holandî yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Katî Pîrî, Rapora Tirkiyeyê amade kir û rapor li Lijneya Giştî ya PE'ê bi yek dengî hat qebûlkirin. Katî Pîrî, di raporê de Tirkiye bi zimanekî tund rexne kir û li ser pirsgirêka kurd û azadiya çapemeniye rawestiya. Dîsa di raporê de Serokomar Tayyip Erdogan şermezar kir. Rapor wiha ye:

'Ji pîvanên Kopenhagê dûr ketiye'

"PE, ji ber ku Tirkiye ji hiqûq, demokrasî, yekaliya serxwebûna darazê, azadiya ramanê, mafê mirovan ê heq û hiqûqê dûr ketiye bi fikar e. Ji ber ku ji pîvanên Kopenhagê dûr ketiye fikar zêde bûne.

Êrîşa li dijî medya

Divê li Tirkiyeyê êrîşên li hemberî çapemeniyê bi dawî bibin. Divê çalakiyên li dijî binpêkirina mafên rojnamegeran zêde bibin. Divê gef bên lêpirsîn. PE, girtin û zextên li ser rojnamegeran bi awayekî hişk şermezar dike.

Pirsgireka kurd

Der barê çareseriya pirsgirêka kurd de hewldan tune. Divê PKK dest ji çekan berde û bi riya zagonî û aştiyê bîne ziman. Divê operasyonên bi navê terorê bi pîvan bên kirin.

Divê Komîsyona YE'ê Rapora Pêşketina 2015'an piştî hilbijartina Tirk paşve bixin û ji ber hikûmeta Tirkiyeyê li hemberî mafê penaberan bêdeng maye biryara şaş daye.

Di qada daraz, mafên bingehîn, edalet û azadiyê de bi lezgîn pêdivî ji reforman heye.

PE, ji ber ku di qada ramana azadiyê û medya serbixwe de li gorî pîvan û krîterên Ewropa tev negeriya ye û daxuyaniyên Serokomar ên li hemberî makezagonê şermezar dike. Dîsa ji ber berdana rojnameger Can Dundar û Erdem Gul serbest hatine berdan kêfxweşiya xwe tîne ziman. Divê rojnamegerên girtî serbest bên berdan. Ji ber otorîteriya Tirkiye xemgîn e.

Divê Tirkiye berî her tiştî bi nelirêtiyê re têbikoşe. Divê hurmetê nîşanî tarza jiyana mirovan bide. Divê rê li pêş tundiya li hemberî jinê bigire. Ji ber tundiya li hemberî jnê zêde ye bi fikar e. Dîsa ji ber akademîsyen ji ber fikrên xwe hatine girtin pir xemgîn e. Nêzîkatiya Tirkiye ya li hemberî penaberên Sûrî divê bê rastkirin.

Rapora Tirkiye ya PE'ê: Vîze nagêje Hezîranê

Raportorê Parlamentorya Ewropa (PE) yê Tirkiyeyê Katî Pîri, têkildarî vîzeyên peymana di navbera Tirkiye û Ewropa ya "Peymana qebûlkirina vegerandinê" diyar kir ku dibe vîze negêjin meha Hezîranê.

Katî, têkildarî Rapora PE ya Tirkiyeyê ku li Strazburgê konferansa çapemeniyê pêk anî û taslaka raporê bi çapemeniyê re parve kir.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN