DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Meclîsa Jina a HDP'ê: Em gotinên Altan Tan napejirînin

 
14 Nîsan
11:48 2016

STENBOL (DÎHA) - Meclîsa Jinan a HDP'ê derbareyê gotinên Parlementerê HDP'ê Altan Tan ên têkildarî pêkanînên îstîsmara zayendî yên li Weqfa Ensarê bertekên xwe dan der û got, "Em gotinên Altan Tanê ku li hemberî şerê mêran, wek mêrekî bê paxav namîne napejirînin."

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), li hemberî gotinên "Ji ber li qurseke baleyê skandaleke seksê pêk hatiye meriv nikare hemû balerîna sûcdar bike" ên Parlementerê HDP'ê yê Amedê Altan Tan ên têkildarî pêkanînên îstîsmara zayendî yên li Weqfa Ensarê bi daxuyaniyeke nivîskî bertekên xwe dan der.

'Dê têkoşîn bidome'

Meclîsa Jinan a HDP'ê li hemberî gotinên Tan ên têkildarî Weqfa Ensarê bertekên xwe dan der û gotin, "Em gotinên Altan Tanê ku li hemberî şerê mêran, wek mêrekî bê paxav namîne napejirînin.Mijar; ne seks, zayendîtî(cînsîtî) yan jî bale ye, mijar îstîsmara zarokan e! Di huqûqê de 'takekesiya sûçî' heye. Lê belê li sazî û dezgehan heta ser wê neyê nixumandin, dubarekirina sûç, sîstematîkkirina wê ne pêkan e. Di îstîsmarkirina li Karamanê derket holê ku bi îxtîmaleke herî baş ser binpêkirinê hatiye nixumandin û ji aliyê Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê ve ji sûçdariyê hatiye parastin. Ji bo derbareyê yên ku îxmal kirine, yanî di nav de Weqfa Ensarê jî têde bi awayekî çalak û birayariyî lêpirsîn pêk bê dê têkoşîna me bidome."

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN