DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Dengbêj Ehmedê Xî: Dengbêjî û civak girêdayî hev in

 
14 Nîsan
09:06 2016

BÎLAL GULDEM

ÊLIH (DÎHA) – Dengbêj Ehmedê Xî ku di bin banê Mala Dengbêjan a Êlihê de xebatên çandê dike, 20 sal in bi klamên dengbêjiyê di nav civakê de ye. Xî ku civak û dengbêjiyê girêdayî hev dibîne destnîşan kir ku ji ber êrîşên dewletê yên li ser civaka kurd nikare dengê xwe bigîne civakê.

Dengbêjî ku di nav çand û dîroka kurdan de bi salan xwedî cihek girîng e di heman demê de sedema jiyîna çand, huner û dîroka gelê kurd e. Çanda dengbêjiyê ku li bajarên Kurdistanê hêj didome nifş bi nifş zêdehî di bin banê Malên Dengêjan û Navendên Çand û Hunerê li ser piyan disekine. Dengbêjî ku têşeyê dide deng û jiyanê rengîntir dike hem çîrokên kurdistanî di nav xwe de dihewîne hem jî têkoşîna azadiya gelê kurd niha neqş dike.

Radyoya Êrîvanê bû sedema dengbêjiya wî

Yek ji vê karê pîroz dike jî dengbêj Ehmedê Xî ye û di bin banê Mala Dengbêjan a Êlihê de kar û xebatên xwe dide meşandin. Xî li ser dîroka denbêjiya xwe kir û wî bi Radyoya Êrîvanê ev çand nasiye. Xî destnîşan kir ku dengbêjên Radyayo Êrîvanê gelek li ser bandor kirine û dîroka dengbêjiya wî jî di temenê biçû de dest pê kiriye. Xî anî ziman ku ew ji ber hezkirina vê çandê her tim di civata mezinan û li cihê dawet, şahî hebû de cihê xwe digirt û wiha got: "Bi vê re jî her tim hestiyariyek min bi bûyerên li civakê diqewimî re hebû. Ev bû 20 sal e ku ez di nav civakê de dengbêjiyê dikim"

‘Ji ber tevkujiyan em nikarin klaman raberî civakê bikin’

Xî bi lêv kir ku ew hestên xwe bi klam gotinê raberî civakê dike û vê çandê wek hevparê civakê dibîne. Xî bal kişand ser têkiliya şert û mercên di nav tê de ne û ya dengbêjiyê û wiha axivî: "Ligel ku civak û dengbêjî hevparê hev in jî pêvajoya em tê de dijîn em nikarin klamên xwe raberî civakê bikin. Niha zarok, ciwan, jin û gelê me tên qetilkirin û bajarên me di ser me de xirab dikin, bandora xwe ya neyînî li ser me dike."

Xî di dawiya axaftina xwe de jî got ku ew zêdetir bûyerê kevn û yên nûjen di klamên xwe de vedibêje û berhemên dawîn jî li ser berxwedana Kobanê û qadên berxwedanê yên Bakurê Kurdistanê çêkirine.

Dengbêj Ehmedê Xî ye?

Xî di sala 1974’an de li gundê Mahmetka Pasûra Amedê hatiye dinê û di sala 1981’an de ligel malbata xwe koçî Êlihê kiriye. Çanda dengbêjiyê di temenê biçûk de bandora xwe li ser Xî dike û ev bû 20 salan ji civakê re klamên xwe û yên dengbêjan raber dike.

(gka)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN