Bi jinan rengê bazarê guherî
AGIRÎ (DÎHA) - Li Agiriyê Bazara Bajêr a Jinan ku bi pêşengiya şaredariyê hat avakirin û hilberînên organîk tên firotin hem keda jinan derdixe pêş hem jî alternatîfek mezin derdixe pêşberî jinan. Jina bi navê Ebru Eker ku yek ji pêşengên vî karî bû destnîşan kir ku dê bi vê bazarê re gelek jin ji malên xwe derkevin û di nav hilberîna komunal de cih bigirin.
Şaredariya Agiriyê ku piştî ket destê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi xebatên xwe balê dikişîne niha jî di bin banê Gerînendetiya Xizmetên Malbatî û Jinan de ji bo jin zêdetir di nav hilberînê û aboriyâ civakî de cih bigirin Bazara Bajêr a Jinan ava kir. Bazara Bajêr a Jinan ku roja çarşemê li taxa Batikentê û şemiyê jî li taxa Fevzî Çakmakê tê danîn di nav demeke kurt de dê li taxên din jî were danîn. Bazara ku hilberînên organîk lê tê firotan di heman demê de ji bo 15 jinan jî bû çavkaniya aboriyê.
Bi hilberînên organîk, jiyaneke komunal
Jinên ku bi berdilkên xwe yên xemrî dezgehên xwe datînin, hilberînên wek nanê tenûrê, şîr, bacanên sor, bîber, erîşte û fêkiyên ku bi keda jinan tên afirandin pêşkeşî welatiyan dikin û welatî eleqeyek mezin nîşanî vê bazarê didin. Her wiha di bazarê de armanca esasî ji kirîn-firotinê zêdetir, nîşandana keda jinê û pêşxistina aboriya civakî ye.
Jinên dixwazin dikarin beşdarî xebatê bibin
Di van bazaran de ji bilî mesrefa hilberînan pereyê tên komkirin di komuna jinan de tên berhevkirin û li jinana bi awayek hevpar tên parvekirin. Ligel ku bi 15 jinan hat destpêkirin jî jinên taxan dikarin serî li midûriyeta xizmetê bidin û bikevin nav vê xebatê. Midûriyeta xizmetê ji bo teşvîkê jî di serî de li jinên serî lê didin re jî di aliyê madî de jî alîkariyê dide wan.
'Jinên dîlgirtî dê ji malan derkevin'
Yek ji jinên ku pêşengiya avakirina bazarê kir jina bi navê Ebru Eker e. Eker destnîşan kir ku wan ligel astengiyên derketine pêşberî wan jî bi kedek mezin bazaran ava kirine. Eker da zanîn ku armanca yekemîn ne pere qezençkirin e, armanc ew e ku jinên li malê dîl hatine girtin bikevin nav jiyana aborî û civakî. Eker anî ziman ku bi vê bazarê re dê gelek jinên dîlgirtî ji malên xwe derkevin û heqdestê hilberînên xwe bigirin û wiha got: "Li vir niha beşa cil û bergan, karên hevîrê ku li bazaran zêde em nabînin hene. Her ku biçe em ê van beşan zêdetir bikin û bazarê veguherînin bazarekî mezin."
'Ev kar ne tenê karê mêran e'
Eker got ku bazar weke karê mêran tê zanîn û wiha berdewam kir: "Ev nêrînek xelet e. Divê ev nêrîn jî ji holê rabe. Nexwe piraniya welatiyan jî di bazarê de dema firoşkarên jin dibînin kêfxweş dibin."
'Bi jinan rengê bazarê guherî'
Jina bi navê Sakîne Irgî jî diyar kir ku jin li cihê ku di malên xwe de benda pêşwazîkirina hewcehiyên xwe bibe divê beşdarî xebata wan bibin. Irgî bang li jinan kir da ku bibin hevparê wan û eleqeya ji bo bazarê bi van gotinan anî ziman: "Gelek welatî hene ku naxwazin ji mêran tiştek bikirin. Ji ber ku gelek hilberîn ne organîk in ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyê nayê. Bi van bazaran hem ev nêrîn dişkê hem jî welatî bi dîtina firoşkarên jin kêfxweş dibin. Bi jinan rengê bazarê guherî."
(gka-aht/sy/ms)