DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jin li gundên qedexe jiyanê bi rengên biharê şîn dikin

 
11 Nîsan
09:37 2016

ŞERMÎN SOYDAN

COLEMÊRG (DÎHA)
- Jinên ku li gundên Çelê ya ku di çarçoveya rêveberiya awarte de bi sedan qadên sivîl lê dijîn hatiye qedexekirin jiyana xwe didomînin, di bin siya qedexeyan de hewl didin jiyana xwe bidomînin, bi hatina biharê re jî jiyana gund bi destê jinan ve şîn dibe.

Di nava 6 mehên dawî de li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi sedan qadên jiyanê wakî herêmên qedexe hatin îlankirin. Jinên ku li gundên sînorê Geliyê Tiyarê cih digirin ên Tiyarê, Sîsîdan, Gise, Hêşat, Zawîte, Guzereş, Xube dijîn ligel qedexeyê di bin siya qedexeyên hatine îlankirin bi hatina biharê jiyana gund bi destên xwe ve şîn dikin.

Piştî zivistana dijwar, bi germbûna hewayê ve jinan jî dest bi amadekariyên biharê kirin. Li Geliyê Tiyarê ku çavkaniya wî ava Zê ye, darên guzê yên vê derê dest bi kesaxtinê hate kirin, ji bo bax û baxçeyan jî zevî tên ajotin. Ji ber qedexeyan jiyana gund tê bisînorkirin ji jinên gunê Zavîteyê Sultan Akar a ku gotina "Em li axa xwe tên dîlgirtin" bi kar anî lê ligel hemû tiştî jî bi hêviyên mezin biharê pêşwazî dike. Akay bilêv kir ku ji bo çanina birinc, kuncî û garis dest bi ajotina zeviyan kirine û wiha axivî: "Em serê sibehê radibin û piştî Çêrandina sewalan dest bi karên bax û baxçeyan dikin. Ji ber ku sewalên me baş naçêrin ez bi bîberonê ve şîr didim berxikan." Akar anî ziman ku wekî salên 90'an tê xwestin gel bê koçberkirin û wiha berdewam kir: "Ji ber bombebarana ku tê kirin gihayê ku sewal dixwin dibin sedema nexweşiyan, şîrên wan kêm dibe. Yên ku di salên 90'an de em ji gund derxistin niha careke din dixwazin me bidin koçberkirin. Em piştî salan vegeriyan gund û malên xwe ji nû ve îşna kir. Heke me li dijî zilmê serî bitewanda em venedigeriyan."

Di salên 90'an de Çîller di 2016'an de Erdogan

Welatiya bi navê Lutfiye Erdem a ji ber dorpêça hêzên dewletê ji navçeyê hatiye gund jî di salên 90'an de koçber bûye. Erdem aku gundê wan ê Colemêrgê hate şewitandin li Geverê bi cih bû di nava 25 salan de cara duyemîn rastî polîtîkaya koçberiyê hatiye. Erdem a ku got vê carê çi dibe bila be dê ji gund dernekevin ev tişt anî ziman: "Ji Geverê mecbûr hatim vê derê. Malên me bi topebaranê ve hilweşandin. Em jî hatin vê derê. Li vir jî her der hate qedexekirin. Top davêjin her derê. Lê em ê jiyana xwe ji nû ve ava bikin."

'Ax di navbera me û jiyanê de têkîlî ye'

Hatem Erdem jî destnîşan kir ku yek ji çavkaniya debarê silq e û ev qadên ku silq şîn dibe di nava qedexeyê de maye, piştî salan dema ku vegeriyane gund malên xwe ji nû ve înşa kirine û wiha berdewam kir: "Em dixwazin li ser axa xwe bi awayeke azad bijîn. Em diçin silq kom bikin lê carna pir zehmetiyan dikişînin. Em bi pincarê ve debara mala xwe dikin. A têkîliya me ya jiyanê ye. Bihar dema fekî û sebze ye. Lê ji ber ku em nikarin sewalên xwe biçêrinin nikarin wekî berê şîr jî bi dest bixin."

Heke qedexe nebe...

Ji gundê Guzêreşê Azîze Akay a 62 salî jî diyar kir ku li ser kuçikê xwarinê çêdike û ev tişt anî ziman: "Ez li gund mezin bûm. Gundê me ji aliyê hêzen dewletê ve hatin xirakirin. Em jî ligel qedexeyê jiyana xwe didomînin. Qedexe nebe jî gundê me xweşik e. Lê qedexe qada me ya jiyanê teng dikin."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN