DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

KJA: Dewlet çiqas hilweşîne em ê Kurdistanê ji nû ve înya bikin

 
11 Nîsan
09:11 2016

STENBOL (DÎHA) - KJA ya ku ji bo ji nû ve înşakirina bajarên ku ji aliyê AKP û Qesrê ve hatine xirakirin bi şîara "Em ê bi xwerêveberiyên Cizîr û Nisêbînê Sûrên jiyanê ji nû ve bihûnin" kampanya dane destpêkirin bi gotina "Hêzên dewletê çiqas xira bikin em ê Kurdistanê ji nû ve înşa bikin" banga tevlîbûna pêvojoya înşayê kir.

Ji bo piştevaniya bajarên ku di encama şerê ku îxtidara AKP'ê û Qesrê daye destpêkirin hatin xirakirin kampanyayên ku hatine destpêkirin didome. Beriya demeke li Stenbolê Kongreya Jinên Azad (KJA) kampanyaya "Em ê bi xwerêveberiyên Cizîr û Nisêbînê Sûrên jiyanê ji nû ve bihûnin" da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya ku li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê dê bi awayeke hemwext bidome de dê pêdiviyên bingehîn bên bicihanîn, li her malê paketeke alîkariyê bê amadekirin. Têkîldarî kampanyayê Endama Kordînasyona KJA ya Stenbolê Hulya Avşar diyar kir ku welatiyên ku alîkariyê dikin dikarin tiştên ku didin bigîhinin avahiyên bajar û navçeyan ên HDP'ê.

'Em ê nehêlin dewlet bizmarekî jî li Sûrê bixe'

Avşar anî ziman ku dewlet piştî berxwedana xwerêveberiyan dixwaze gelê wê derê tune bike, siyasetekî bi vî rengî dimeşîne, bi taybetê jî di şexsê Sûrê de polîtîkaya îstîmlaqkirinê dimeşîne. Avşar wiha axivî: "Sûr hefizeyekî dîrokî ye û dewlet bi zanebûn berê xwe dide wê derê. Em ê li dijî hemû xirakirinan wan deran ji nû ve înşa bikin, bikin qadên jiyanê, em ê nehêlin ku dewlet bizmarekî jî li wan deran bixe."

'Dewlet xira bike em ê ji nû ve înşa bikin'

Avşar destnîşan kir ku ji bo parastina hefizeya li Kurdistanê ew ê geşedanan i nêz ve bişopînin, weke KJA ji bo vê li Stenbol û Kurdistanê kampanya dane destpêkirin û nirxandina "Hêzên dewletê çiqas xira dikin bila bikin em ê wan deran ji nû ve înşa bikin" kir.

'Dê li her malê paketek bê amadekirin'


Avşar da zanîn ku di çarçoveya kampanyayê de jibilî pêdiviyên bingehîn kampanyaya sarinc, makîneya cilan û hwd. jî dane destpêkirin, pêdiviyên jinan hewl bidin bi cih bînin. Avşar diyar kir ku ew ê li her malê paketeke amade bikin bi vî rengî dê pêdiviyên bingehîn bên bicihkirin, ji ber vê yekê jî li malan amadekirina paketan girîng dibînin.

Avşar herî dawî bang li hamû jinan kur û xwest ku tevlî pêvajoya înşakirinê û kampanyaya ku KJA'yê daye destpêkirin bibin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN