DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Parastina cewherî ya rêxistinkirî şert e!

 
10 Nîsan
09:08 2016

WAN (DÎHA) - Jinên ku ji bo parastina cewherî terzekî nû ya çalakiyê pêş xistin bal kişandin li ser parastina cewherî ya rêxistinkirî.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî şîdeta li hemberî jinan terzên parastina cewherî yên nû tên pêşxistin, jin bi vî rengî mafê parastina cewherî xwedî derdikevin. Xwendekarên Zanîngeya Yuzuncu Yila Wanê bal kişandin li ser rêxistinbûna jinan a li ser esasê parastina cewherî yên wekî di demên dawî de jinên "darên sor" hatin rojevê û bang li jinan kirin û xwestin mafê parastina cewherî xwedî derkevin.

Xwendekara bi navê Sezen Balkan diyar kir ku jin li hemû qadên jiyanê bi êrîşên sîstema desthilatdar a zilam rû bi rû dimînin û ji ber vê yekê jî divê parastina cewherî di nava jinan de belav bibe. Balkan bilêv kir ku li Tirkiyeyê şîdeta li hemberî jinan her dice zêdetir dibe û li dijî şîdetê jî divê jin parastina xwe ya cewherî domdar bikin. Balkan got ku sîstema desthilatdar nasnameya jinê tune dike, çalakiya jinên bi darên sor ji bo bibe sembola berxwedanê girîng e û divê çalakiyên bi vî rengî bên zêdekirin.

'Peyamê didin binhişê civakê'

Balkan destnîşan kir ku cudaxawziya di navbena jin û zilaman de li civakê tê empozekirin û ev tişt anî ziman: "Bi êrîşa li dijî bedena jinê ve peyamê dirin binhişê civakê. Li dijî vê yekê divî jin parastina xwe ya cewherî pêş bixin. Ez jin im dima ku dixwazim divê bigerim, di her saetê de derkevim, biçim licê hu dixwazim."

'Divê parastina cewherî ya jinê bi rêxistinkirî be'

Xwendekara bi navê Zubeyde Aydemîr jî diyar kir ku jinên dar sor ji bo parastina ceherî mînakeke baş in nirxandina "li dijî neheqiyan divî jin parastina xwe ya cewherî bi rêxistinkirî pêk bînin" kir. Aydemîr destnîşan kir ku çalakiyên jinên ku bi hevre tevdigerin bêhtir deng derdixîne û wiha axivî: "Mînaka vî ya herî baş jî YPJ a Rojava ye. YPJ ewil li dijî sîtema desthilatdar a zilam têdikoşe û bi ser dikeve. Mînak jineke YPJ'î jineke êzidî ya kole rizgar dike. Ev ji bo rêxistinbûna jinan mînekeke baş e."

'Divê ji bo parastina cewherî piştgirê bê dayîn'

Xwendekara bi navê Beren Çelîk jî diyar kir çapemeniya zilan kuştinên jinan teşwîq dike û wiha got: "Êrîş bi awayeke aşkera li holê ne. Jin divê beşên sparê hîn bibin û li bajaran dijî ji bo parastina cewherî kursbên vekirin. Cihên têkîldar divî vî piştgiriyê bidin."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN