DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

KJA: Em bêdeng nebûn û bêdeng nabin

 
9 Nîsan
15:34 2016

AMED (DÎHA) - Jin di pênengiya KJA'yê de li ber avahiya DBP'ê ya Amedê kom bûn û li dijî polîtîkayên AKP'ê yên tacîz, tecawîz û îstismara zayendî ya li hemberî jinan çalaki pêk anîn.


Jinên Amedê di pêşengiya KJA'yê de li ber avahiya DBP'ê ya Amedê kom bûn û xwestin li dijî polîtîkayên AKP'ê yên tacîz, tecawiz û destdirêjiyê ji BDP'ê heta Parka Koşuyolu bimeşin. Jinên ku xwestin bimeşin rastî barikata polîsan a bi maşîneyên zirxî û TOMA hatin. Jinan li gel barîkata polîsan dîsa pankarta "Em bêdeng nebûn, emê bêdeng nebin û desturê nedin hişmendiya tecawîzkar" vekirin û diruşmên "Jin jiyan azadî", "Emê bi berxwedanê bi serkevin" û "Destê dirêjî jinan bibe bila bişkên" berz kirin. Jinên rastî barikata polisan hatin û xwestin bi riya diyalogê barîkata polîsan rakin. Lê ligel hewldana Endamên Kordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) dîsa destûr nehat dayîn. Jinên xwestin bimeşin rastî gefa "Ger ku meş pêk bê em dê mudalaxe bikin" hatin.

Ji ber polîsan rê neda meşê, jinan li vir çalakiya rûniştin pêk anîn. Piştî rûniştina 5 deqîqeyan li vir daxuyanî dan çapameniyê. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozar li ser navê jinan axivî û diyar kir ku dewlet li hemberê tacîzê bêdeng e û wiha got: "Jin tu caran Li hemberê tacîz û tecawûzê bêden namîne."

'Ji tekoşîna jinan ditirsin'

Piştre Endama KJA'yê Eylem Ceylan daxuyanî xwend û diyar kir ku hikûmet dixwaze jin tekin girtîgehê û bedenê wan tehşîr bikin. Ceylan anî ziman ku dewlet li hemberê tekoşîna jinan ditirse û wiha got: "HDP li meclîsê pirsname da meclîsê. lê MHP'ê ev red kir. Ne tenê li Weqfa Ensarê, bi hezaran zarokan rastî tacîz û tecawizê tên." Ceylan da zanîn ku azadiyê jinan û îradeyê zarokan ji bo dewlet xeteriyek mezine û wiha berdewam kir: "Dewlet dixwaze bi polîtikayên xwe bedena zarokan têxe kontrola xwe. Divê jin li hemberî vê hovîtiyê raweste. Daxuyaniya Wezîr Ramazanoglu dehşet e. Jin hunera aştî û demokrasiyê ye. Divê hemû beşên civakê li dijî tecawiza li hemberî jinan dengê xwe bilind bikin. Em bang li Sema Ramazanoglu dikin ku îstîfa bike. Jin bêdeng bibe civak jî de bibe kole. Verin em hemû jin tekoşîna xwe bilind bikin "

(rd-st/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN