DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

Şaredariya AKP'ê dixwaze warê seyranê Eymîr ji îmarê re veke

 
9 Nîsan
09:09 2016

ENQERE (DÎHA) - Gola Eymîrê ya li Enqereyê bi xweşikbûn, xweza û rengê xwe warê seyranê pîknîkê ye, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ve dibe qada îmarê.

Gola Eymîrê ku di nava Enqereyê de tenê warê seyran, pîknîk, xweza û westînê ye, li ser wê projeyên îmarê tên armancakirin. Gola Eymîr, ku bi zindibûn, rengîn û xwezaya xwe ruh û bêhnê dide bajar, ji aliyê şaredariyê ve plan û projeyên îmarê li ser tên avakirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê hewl dide ku Gola Eymîrê ya li navçeya Golbaşî ya Enqereyê ji îmarê re veke. Gola ku ji aliyê cureyên teyr û çûkan ve pir dewlemend e, di aliyê dîmen û rengê xwe ve aramiyê dide mirovan. Şaredariya Enqereyê ku di destê AKP'ê de ye hewl dide ku bike qada mîmarê.

Şaredarên Enqereyê ji sala 1994'an heta niha hewl didin ku Gola Eymîrê ji îmarê re pê vekirin û li ser avahiyan bilind bikin. Herî dawî Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Î.Melîh Gokçek xwest ji îmarê re veke, lê Zaningeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) destûr nade. Her çend li ser daxwaza Şaredar Gokçek şaredariyê biryar daye ku ji îmarê re vebe jî rêveberiya Zanîngehê, derdorparez û saziyên civakî destûr nadin vê yekê. Gelek caran şaredariyê hewl da bike qada îmarê, lê saziyên civakî û zanîngehê destûr neda. Dadgehê gelek caran biryara rawestandina projeyê da û daxwaza vekirina îmarê red kir.

Mirovan bi xwezayê de dike yek

Gola Eymîrê ku bi hatina biharê re zindî dibe, xweza geş dibe û ruh dide derdorê. Bi dar, ber, çûk û giyanewerên xwe derdorê geş dike. Mirovên ku di nava betonê asê mane, bi hatina biharê re bi xwezayê re dike yek. Gola ku bi taybetî ji bo welatiyên karsaz, karmend, karker û esnafan di dawiya hefteyê de dibe qada pîknîk û seyranê, ger ku bibe warê îmar û betonê dê warê seyranê bê girtin. Disa welatiyên ku li vir werzîşê dikin û bêhna xwe didin êdî cihekî ku lê bigerin, sporê bikin û bêhna xwe bidin namîne. Gola Eymirê ku bi xwezaya xwe wekî bendavek xwezayî ye, sidan cureyên çûk, teyr û qaqlîmazan li xwe dike mêvan. Gola ku bi her awayî zindî ye xweza û mirovan digîne hev û aramiyek cuda dide derdorê.

Gola Emyirê di demsala bahar û payizê de her dem dibe war û lûsa çûkên koçber. Li gorî lêkolîna heta niha 226 cureyên çûkan li vir hatine dîtin. Ev der di heman demê de navenda hêlîna 160 cureyên çûkan e. Di demsalên payiz û baharê de bi milyonan çûkên biyanî tên li vir dibin mêvan û piştre dîsa diçin.

(mae)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN