DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jin dê li dijî polîtîkayên AKP'ê bimeşin

 
5 Nîsan
13:40 2016

AMED (DÎHA) - Kordînasyona KJA'yê ya Amedê girtina Seroka Komîteya Amadekar a Newrozê Hafîze Îpek şermezar kir. Jinan bang li hemû jinan kirin û xwestin tevlî meşa ku dê di 9'ê nîsanê de li dar bixin bibin.

Li Amedê Endamên Kordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Amedê ji bo şermezarkirina girtina Seroka Komîteya Amadekar a Newrozê Hafîze Îpek daxuyanî dan. Daxuyanî li ber avahiya DBP'ê ya Amedê hate dayîn û li vir Endama Kordînasyona KJA'yê ya Amedê Zubeyde Zumrut axivî û diyar kir ku Îpek ji bo şikandina îradeya jinan hatiye girtin lê ew ê li dijî van êrîşan serê xwe netewînin.

'AKP bi parastina tacîzkaran ve dixwaze îradeya jinan bişikênine'

Zumrut bal kişand li ser parastina kesên tacîzkar ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê tucizkar û kujeran diparêze û bi vî rengî dixwaza îradeya jinan bigire destên xwe. Lê em jin hem heta hevala me Hafîze bê berdan li pey vê yekê bernedin. Êrîşên li dijî îradeya jinan qebûl nekin."

Zumrut bang li hemû jinan kir û xwest di 9'ê nîsanê de beşdarî meşa ku dê ji bo şermezarkirina polîtîkayên AKP'ê li dar bixin. Meşa ku dê li ber avahiya DBP'ê ya Amedê dest pê bike li parka Koşuyolu bi dawî bibe.

Piştî daxuyaniyê jin bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" belav bûn.


(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN