DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Mihrîcana Filmamedê diyarî têkoşerê Cizîrê Îslam Balikesir kirin

 
2 Nîsan
16:03 2016

AMED (DÎHA) - Fîlmamed cara 4’emîn li Amedê, bi perspektîfa “Jiyana azad, hunera şoreşger”, bi fîlmên berxwedanê dertê pêşberî gel. Mihrîcana Belgefîlma Fîlmamedê diyarî têkoşerê berxwedana Cizirê Îslam Balikesîr kir.

Fîlmamed cara 4’emîn li Amedê, bi perspektîfa “Jiyana azad, hunera şoreşger”, bi fîlmên berxwedanê dertê pêşberî gel. Têkildarî bernameya Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê ya bi piştgiriya Şaredariya Peyasê di navbera 24 û 29’ê Gulana 2016’an de bê lidarxistin bidin li salona Sînemayê ya Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwînê daxuyanî da.

Endamê Komîteya Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê Îlhan Bakir daxuyanî da. Bakir, diyar kir ku di pêvajoyeke ku li erdnîgariya Kurdistanê pêkutî û sansura di qada siyasî, çandî û hunerî de her ku diçe zêdetir dibe de lidarxistina vê mîhrîcanê xwedî girîngiyeke taybet e û wiha got: "Sînemagerên ku xebatên fîlmên belgeyî dikin di pêvajoyeke ji têkilî û çarçoveyên pîşesaziyî serbixwetir û demokratîktir de fîlmên xwe çêdikin. Ev yek jî dike ku sînemaya belgeyî bibe qadeke muxalefetê ya demokratîk a pir girîng. Ji ber vê yekê, belgefîlmên ku di pêvajoya çêkirinê de nikarin bên kontrolkirin, veguherîn tê de bên çêkirin an jî sansurkirin, di pêvajoya belavkariyê û mîhrîcanan de rastî pêkutî û sansurê tên. Belgefîlman bi hincetên cuda nagirin nav bernameyên mîhrîcanan, yên ku digirin nav bernameyên mîhrîcanan jî bi pêkutiyeke biçûk dikarin dîsa ji bernameyan derbixin û heta ji bo ku ji ‘serêş’a belgefîlman bi awayekî giştî xelas bibin, beşên mîhrîcanan ên belgefîlman yek bi yek betal dikin."

prensîbên mihrîcanê

Bakir, da zanîn ku beşên pêşbaziyê yên di mîhrîcana wan de dê ji pênase û nêzikatiyên wek ‘fîlmê herî baş’, ‘beşa neteweyî’, ‘beşa navneteweyî’ û hwd ên netewdewletparêz û qayîşkêşaniyê dikin, dûr bisekinin û wiha got: "Armanca Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê ew e ku hemû fîlmên ku nasnameyeke çandî, zayendî, bawerî, olî û etnîk biçûk naxînin, ji xwe dûr naxin; li hemberî nirxên gerdûnî yên bingehîn; mafên mirov, ruwek, ajalan û xwezayê rêzdar in tevlî bernameya mîhrîcanê bike. Mîhrîcana me ya belgefîlman ne qadeke ku motîvasyona takekesî û qayîşkêşanî bê bipêşxistin û derhêner an jî fîlm bikevin pêşbaziyekê ye. Armanca me ew e ku em mîhrîcana xwe bikin platformeke ku dê derhêner bên gel hev, piştgiriyê bidin hev, hevkariyê bikin, hêza xwe bikin yek û belgefîlman biafirînin, ev belgefîlmên ku bên afirandin jî bi awayê herî berbelav bigihînin gel û bi vê yekê jî motîve bibin."

Armanca mihrîcanê dibistana sinemaya belgeyan e

Bakir, têkildarî armanca mihrîcanê jî axivî û wiha berdewam kir: " Di mîhrîcana me de ligel pêşandana fîlman û hevdîtinên derhêneran ên bi gel re; bi armanca ku em piştgiriyê bidin sînemaya belgeyî, em ê piştgiriyê bidin projeyên belgefîman, em ê çalakiyên wek kargehên bipêşxistina belgefîlman, panel, forûm û hwd jî li dar bixin. Di vê mijarê de ew ê ji bo pêvajoyeke dînamîk hewl bê dayîn û her sal di çarçoveya nêrîn, rexne, pêşniyaz û pêdiviyan de mîhrîcan dîsa bê lidarxistin. Armanca me ew e ku mîhrîcana me bi bername û sepanên xwe bibe 'dibistana sînemaya belgeyî '. Mîhrîcana me, dê ji niha û şûnde, her sal bi beşeke tematîk derkeve pêşberî temaşevanan. Temaya (ramana sereke) îsal a mîhrîcana me dê “berxwedan” be. Fîlmên ku ramana wan a sereke berxwedan e dê bên nîşandan. Dîsa, di çarçoveya mîhrîcanê de dê panel û gotûbêjên bi vê temayê jî bên lidarxistin. Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê dê bi şiyara “Li her derê berxwedan, li her derê sînema”yê bê lidarxistin. Mîhrîcana me dê ji bo sînemager Îslam Balikesîrê ku di “jêrzemîna wehşetê” ya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest da, bê diyarîkirin.
Kesên ku bixwazin bi belgefîlmên xwe beşdarî Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê ya ku dê bi piştgiriya Şaredariya Peyasê di navbera 24 û 29’ê Gulana 2016’an de bê lidarxistin bidin, heta 25’ê avrêla 2016’an dikarin serlêdanên xwe bikin"

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN