DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Meclîsa Jinan a HDP'ê: Xurtikirina berxwedanê berpirsyariya me ye

1 Nîsan
16:18 2016

ENQERE (DÎHA) - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besîme Konca di civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê de axivî diyar kir ku gelek jin birîndar bûne, hatine qetilkirin û wiha axivî: "Di her qadê jiyanê de xurtkirin û pêşxistina têkoşînê wekî Meclîsa Jinan a HDP'ê berpirsyarike me ye."

Meclîsa Jinan a HDP'ê li Navenda Giştî ya HDP'ê civiya. Piştî rêzgirtinê Berdevka Meclîsa Jinan Besîme Konca axivî diyar kir ku felsefela avakirina HDP'ê, felsefeya afirandina Tirkiyeyeke demokratîk e. Konca destnîşan kir ku di vê Pêvajoyê de pirsgirêkên 10 salan a Tirkiyeyê tên nîqaşkirin û jin bedelên giran didin. Konca wiha got: "Pêvajoyeke ku gelek jin hatin birîndarkirin, qetilkirin, dibe ku travmayên ku 50-100 salan bigire tê jiyîn. Pêvajoyeke ku civaka Tirkiyeyê hem dewletê, hem îxtidarê û hem jî xwe bi awayeke cidî pirsyar dike dijîn."


'Di Newrozê de derketina kolanan seknekî bi rûmet bû'

Konca anî ziman ku AKP a ku dibêje ji sedî 50 temsîl dike, êdî derûdorên AKP jî hatiye merhaleya ku ji polîtîkayên wan re dibêjen "raweste" û nirxandina "Di vê de têkoşîna jinan mezin e. Em di pêvajoya ku rojnameger, jin, rewşenbîr têkoşîneke bi rûmet nîşan didin de derbas dibin. Divê muxalefeta demokratîk li kolanê bêhtir bihata xurtkirin. Di Newrozê de ligel qatlîaman derketina kolanan ji bo pûç kirina faşîzmê seknekî bi rûmet bû" kir.

Konca bilêv kir ku AKP'ê tenê ne li dijî kurdan li dijî hemû derûdorên muxalîf şer vekiriye û rojnameger û akademîsyenên ku hatin girtin bi bîr xist.

Konca bal kişand li ser îstîsmara zayendî ya li ser Weqfa Ensarê jî û diyar kir ku di encama israrê de komîsyon hatiye avakirin û wiha axivî: "Em dixwazin balê bikişînin li ser mijara ku îstismara zayendî tecawiz tenê bi Weqfa Ensarê ve bi sînor nîne. Li Tirkiyeyê 91 hezar zarok dibin dayik. 2 hezarî zêdetir zarok di girtîgehê de ne. Ji bo afirandina jina azad û civaka azad divê em siyaseta xwe ya demokratîk bêhtir xurt bixin pratîkê." Konca têkîldarî xurtikirina têkoşînê jî nirxandina "Di her qadê jiyanê de xurtkirin û pêşxistina têkoşînê wekî Meclîsa Jinan a HDP'ê berpirsyarike me ye" kir.

'Em rojbûna Ocalan pîroz dikin'


Konca der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de jî got ku ew dixwazin tecrîd bi dawî bibe û wiha got: "4'ê Nîsanê Nêzik dibe. Roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Em li vir rojbûna birêz Ocalan pîroz dikin. Gelê kurd ew roj wekî roja xwedîlêderketina îrade û pêvajoya çareseriyê ya Ocalan dît."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN