Piştî hevalên wan ji kar derxistin, 130 karker dev ji kar berdan
ÎZMÎR (DÎHA) - Li Îzmîrê li fabrîqeya Dost Camê piştî bi hinceta "preformansa kêmyar" karkerê bi navê Şenel Kinik ji kar hat derxsitin, 130 karkerên fabrîqeyê li hemberî vê pêkanînê bi devjêberdana kar bertekên xwe dan der.
Li navçeya Çîgîlê ya Îzmîrê li fabrîqeya Dost Camê ya li Herêma Sanayiya Organîzeyê ya Ataturkê ye, karkerê bi navê Şenel Kinik bi hinceta "performansa kêmyar" ji aliyê xwediyê fabrîqeyê ji kar hat derxistin. 130 karkerên ku bihîstên hevalên wan ji kar hatiye dûrxistin, li hemberî vê pêkanînê bi devjêberdana kar bertekên xwe dan der.
Piştî vê çalakiya bi bertekî li gel rêveberên Sendîkaya Cam Keramîk-Îşê, Nûnerê Herêma Egeyê yê DÎSK'ê Memîş Sari û rêveberên Şûbeya 5'an a Genel-Îş'ê hatin ber fabrîqeyê û piştevaniya karkeran kirin. Karkeran xwest ku hevalên wan vegere ser karê xwe û dan zanîn ku ew dê çalakiya xwe bidomînin.
(red)