Berxwedana li dijî tacîza li kargehê
ÎZMÎR (DÎHA) - Berxwedana 2 jinên ku ji ber ku li kargehê li dijî saetên zêde xebatê û îstîsmara zayendî ya li dijî jinan xebatên rêxistinkirinê pêk anînê ji kar hatin avêtin di roja 8'emîn de li ber kargehê berxwedana xwe didomînin. Kardelen Yogungan û Sonay Tezcan ên ku ji kar hatin avêtin dixwazin îstîsmara li dijî jinan bi dawî bibe û vegerin li ser karê xwe.
Li Çîglî ya Îzmîrê berxwedana 2 jinên ku ji ber ku li Kargeha Kauçuk Kastaşê ya li Herêma Sanayiya Organîzeyê li dijî saetên zêde xebatê û îstîsmara zayendî ya li dijî jinan xebatên rêxistinkirinê pêk anînê ji kar hatin avêtin di roja 8'emîn de li ber kargehê berxwedana xwe didomînin. Jinên ku ji kar hatine avêtin ên bi navê Kardelen Yogungan û Sonay Tezcan ên ku ji kar hatin avêtin dixwazin îstîsmara li dijî jinan bi dawî bibe û vegerin li ser karê xwe.
Ên ku pêkûtî û îstismarê dikin li ser kar in
Kardelen Yogungan diyar kir ku ev 7 meh li Kargeha Kauçuk Kastaşê dixebite, her tim bu pêkûtî, îstîsmar û mobîngê re rû bi rû dimînin û vê yekê qebûl nakin. Yogungan got ku ew li dijî kedxwariyê û pêkûtiyê xebatên rêxistinkirinê dikin lê ji ber vê yekê ji kar hatine avêtin û wiha berdewam kir: "Berê jî li vir gelek karker bi girîdanê ji kar hatin avêtin. Lê em bi giriyê derneketin. Em li dijî vê yekê li ber xwe didin. Ji ber ku em mafdar in. Li holê xespkirina maf û îstîsmar heye."
Yogungan destnîşan kir ku y^ne ku li kargehê dixabitin piranî jin in û midûrê kargehê li ser nasnameya jinê pêkûtî û tacizê pêk tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Der barê rewşa fîzîkî heta jiyana taybet di gelek mijaran de şîroveyan dike. Vê yekê jî ji bo xwe wekî maf dibîne. Me jî li dijî vê yekê xebatê rêxistinbûnê da destpêkirin. Berxwedana me li ser navê hemû jinan e. Keda jinan wekî hêza kar tê dîtin. Em li dijî vê yekê li vir in. Em karê xwe dixwazin. Yên ku heqeret û pêkûtî dikin li hundir in yên ku tacîz û pêkûtiyan qebûl nakin li derve ne."
'Me serî netewand'
Yogungan da zanîn ku li kargehê newekheviya mehaneyê jî heye jin û zilamên ku heman karê dikin wekî hev pere nagirin, zilam zêdetir pere digirin. Dîsa li ser jinên ku dixabitin her tim çavdêrek heye lê ji bo zilaman heman tişt nîne. Yogungan distnîşan kir ku ew li dijî neheqiyan serê xwe natewînin û dê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. Yogungan herî dawî ev tişt anî ziman: "Ji bo rûmeta xwe çi pêwîst be em ê bikin. Em ji kesekî natirsin. Ewil ez bang li hevalên xwe Yên li kargehê dikin. Li kargeha ku patron bi împaratoriya tirsê ve bi rêve dibe yên ku vî belav bikin ew destên ku hilberînin in, destên me ne. Tenê xwe ne bawar e, hatiye parçekirin. Tekana tişta ku divê bê kirin anîna cem hev e. Me rê vekir, wer em bi herve vî têkoşînê xurtir bikin."
(sa)