'Dawiya dawî dê fikir bi ser keve'
STENBOL (DÎHA) – Li dijî girtina 3 akademîsyenên ku belavoka aştiyê îmze kirin nerazîbûn didomin, Seroka Giştî ya THÎV'ê Şebnem Korur Fîncanci têkîldarî girtinan got ku tê xwestin civak bitirse û nirxandina "lê tişta ku dixwazin dê pêk neyê herî dawî azadî. fikr û aqil bi ser keve" kir.
Li hemberî girtina akademîseyen Esra Mungan, Kivanç Ersoy û Muzaffer Kaya yên ku belavoka aştiyê ya "em ê nebin şirîkî vî sûcê" îmze kirin û ji aliyê Serokomar Tayyîp Erdogan ve hedef hatin nîşandan û hatin girtin nerazîbûn didome, piştgiriya ji bo akademîseyan jî her diçe zêdetir dibe. Nobata ji bo akademîsyanan li ber girtîgehê hatiye desthêkirin a "Nobeta Azadiyê" jî 7 roj li pey xwe hişt. Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, Alîkar Doç. Dr. Latîfe Akyuz û Endama Komîsyona Mafên Mirovan a CHP'ê Şengul Yildiz pêkûtiyên li hemberî akademîsyenan nirxandin.
Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci anî ziman ku bi feraseta ku dijberî aştiyê re rû bi rû ne û wiha got: "Heke pir dixwazin bila hezar 128 akademîsyenan jî bigirin ez vî dixwazim. Ji ber ku em ê hevalên xwe tenê nehêlin. Di rojên pêş de daxuyaniyekî nû heye. 300 hezar girtî tê hedef girtin. Bi reqemên bi hezaran îfade dikin li holê ye ev jî ji bo wan dê bibe rehetî."
'Em aştî û azadiyê dixwazin'
Fîncanci, ji bo agahiya ku Mungan derbasî qewişê bûye kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha berdewam kir: "Ew li hundirê diwar azad in. Li gorî min mirovên ku li derveyî diwaran azadiya xwe teslîm kirine bifikirin. Em li hundirê diwar jî derveyî diwar jî çi dixwazin dizanin. Em aştî û azadiyê dixwazin, Em dixwazin bi hevre bijîn, wekî mirovan dixwazin bijîn."
Fîncanci diyar kir ku di pêla girtinê de rojnamger û parêzeran jî para xwe girtine û nirxandina "Ev demeke dirêj e polîtîkaya çewisandinê didomînin. Dema em bi salan dinêrin polîtîkaya li dijî nivîskar û rojnamegeran tê meşandin e. Ji ber vê yekê jî ev çavtirsandin e, li ser akademîsyenan dixwazin civakê bitirsînin. Lê ev daxwaza wan dê pêk neyê di dawiyê de fikr û aqil bi ser keve" kir.
'Li dijî şerê tevahî têkoşîn divê'
Alîkar Doç. Dr. Latîfe Akyuz a ku ji ber ku belavok îmze kiribû ji Zanîngeha Duzceyê hate avêtin jî diyar kir ku ji 7'ê hezîranê heta niha bi pêkûtiyan re rû bi rûne û akademîsyenên ku ji vê re dibêjin "bes e" bi lêpirsînan re rû bi rû dimînin û wiha axivî. "Ev şerekî tevahî ye, li dijî vê yekê jî divê em hemû têbikoşin. Ji bo ku beralî bikin li vir in."
'Îtidar ji akademîsyenan ditirse'
Endama Komîsyona Mafên Mirovan a CHP'ê ya Kadikoyê Şengul Yildiz jî diyar kir ku bêdengbûna akademîsyenan tê wateya bêdengiya civakê û wiha axivî. "Akademîsyenên aştiyê hêviya civakê ne. Ji bo aştiyê baweriyê zêde dike. Îxtidar dixwaze pêşiya akademîsyenan bigire û nebe yek. îxtidar ji ber ku ji akademîsyenan ditirse wan xist hepsê. Lê wekî ku mamoste Esra gotibû em ê bibin qumriya aştî û azadiyê û em ê azadiya aştiyê bînin."
(sa)