DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinan bi merasîmê sertîfîkayên xwe wergirtin

 
29 Adar
13:06 2016

AMED (DÎHA) - Li navçeya Çinarê jinên ku kursa kurdî ya bi hevkariya Navenda Jinê ya Jînwar û KURDÎ-DER'ê hatibû organîzekirin bi dawî kirin bi merasîmê sertifîkayên xwe wergirtin.

Li navçeya Çinarê ya Amedê 13 jinên ku kursa xwendin û nivîsandina kurdî ya bi hevkariya Navenda Jinê ya Jînwar û KURDÎ-DER'ê hatibû organîzekirin bi merasîmê ve sertîfîkayên xwe wergirtin. Piştî kursa 5 mehan berdewam kir li Navenda Jinê ya Jînwarê merasîm hate lidarxistin. Alîkara Hevşaredarên Çinarê Fatîme Dengîz û xebatkarên navenda jinê jî tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de de xebatkara Navenda Jinê ya Jînwarê civaknas Umran Nar axivî û wiha got: "We îro li vir bi dawîkirina kursê ve feraseta zilam a 'cihê jinan mal e' şikand."

Nar bilêv kir ku bi zimanê dayikê xwendin û nivîsandin mafekî herî bingehîn a mirovan e û ev tişt anî ziman: "Lê li Tirkiyeyê jibilî tirkî axaftin, xwendin bi qedexeyan re rû bi rû ye. Li hemberî van qedexeyan bi taybetî jî berpirsyariya mezin dikeve li ser milê jinan. Cihê herî mezin ê perwerdehiyê mal e. Divê jin li malên xwe, kolanan xwe bi zimanê xwe yê dayikê bi axivin û zarokan ji zimanê dayikê mehrum nekin. Divê dayik li malan bi zarokan re bi kurdî biaxivin. Em niha dinêrin navê zarokan bi kurdî ye lê yek gotin kurdî nizanin. Hûn li vir hînî xwendin û nivîsandina kurdî bûn. Hêviya me ew e ku hûn tiştên ku hîn bûn bi zarokan bidin hînkirin, bi wan re bi kurdî biaxivin."

Piştî axaftinan serkîfayên jinan hatin dayîn.

Merasîm bi xwarinê bi dawî bû.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN