DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

'Mirovên tên qetilkirin perçeyek ji ekolojiyê ne'

 
26 Adar
17:18 2016

DÎLOK(DÎHA) - Hevberdevkê Meclîsa Ekolojiyê ya Dîlokê Mesût Balcan got, "Şerên li Rojhilata Navîn, Sûriyê û Kurdistanê pêk tên xesarê didin xwezayê. Mirovên tên kuştin û qetilkirin jî perçeyeke ji ekolojiyê ne."

Meclîsa Ekolojiyê ya Dîlokê, beriya konferansa Meclîsa Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ya dê di navbera 16-17'ê Nîsanê de li Wanê pêk bê, li avahiya BES'ê konferansek li dar xist. Li eywana salona konferansê ya ku gelek kes beşdarî wê bûn pankartên "Texrîbata ekolojîk ya herî mezin şer in" û "Xwedî li ax, nan û keda xwe derkevin" hatin daliqandin. Konferans bi rêzgirtina ji bo kesên di rêça ekolojiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir.

'Xwezaya ku mirovan diparêze, mirov nikarin wê biparêzin'

Konferans bi axaftina Hevberdevkê Meclîsa Ekolojiyê ya Dîlokê Mesût Balcan dest pê kir. Balcan diyar kir ku her diçe mirov xwezayê texrîb dikin û wiha got, "Xweza li hemû mirovan dinere, hemû pêdiviyên wan bi cih tîne lê mirov nikarin xwedêtiyê lê bikin." Balcan balkişand ser şerên li Sûriyê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê û dest nîşan kir ku şer xwezayê texrîb dikin û da zanîn ku mirov jî perçeyek ji ekolojiyê ne.

Balcan dest nîşan kir ku komira hikûmeta AKP'ê ya belav kiriye xesarê dide derdorê û xwezayê û wiha axivî, "Li gor biryara ku Walîtî û Şaredariya Bajarê Mezin dan dibên dê derbasî gaza xwezayî bibin. Li cihên ku şevnişîn lê hene û yên ku dahata wan kêm e dê çi bikin. Komira ku dewlet belav dike zêde xesarê dide xwezayê. Her wiha bermayîyên fabrîqeyan jî bi awayekî zêde xesarê didin derdorê."

Piştî dîwanê xebatên ku dên bê kirin hatin vegotin û dawiyê fîlmeke derbareyê ekolojiyê de hat temaşekirin.

'Daran dibirin û vê wek xizmetê berpêş dikin'

Ji Partiya Keskan û Pêşeroja Çepgiriyê Mehmet Harman bal kişand ser pirsgirêkên herêmî yên Dîlokê û wiha got, "Dibêjin li tu derî hûn rastî dareke zeytûnê ya riziyayî û hişkbûyî nayên. Reçîne rizandina ku dê pêk bê asteng dike. Lê belê di demên dawî de hin gundî dibêjin em rastî darên zeytûna yên riziyayî û hişkbûyî tên. Ev dide der ku bê em hatine kîjan astê." Harman anî ziman ku dewlet di bin navê xizmetê de xesarê dide xwezayê û wiha got, "Gelek jêderkên xwezayî hişk bûne. Di bin navê çêkirina parkan de darek jî nehiştin. Gelek qadên bazirganiyê çêkirin. Vana jî wek xizmetê berpêşî me dikin û bi vî awayî cihekî ku em lê bêhna xwe bistînin nehiştin."

Ji rêveberên Partiya Keskan û Pêşeroja Çepgiriyê Firat Kûrt jî anî ziman ku divê partiyên çepgir piştgiriyê bidin tiştên ji bo ekolojiyê pêk tên û wiha got, "Sala bê belkî hêşînahî hebe belkî tune be jî." Kurt diyar kir ku cîhan di warê ekolojiyê de ber bi têkçûyîne ve diçe û got Tirkiye balê nade vê.

Piştî axaftinan konferans bi rexne û pêşniyariyan dewam kir.

(red)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN