DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Li Îzmîrê atolyeya Jineolojiyê dest pê kir

 
26 Adar
09:07 2016

ÎZMÎR(DÎHA) - Xebatên Atolyeya zanista jin û jiyanê ango Jineolojiyê li Îzmîrê dest pê kir. Têkildarî xebatên Atolyeyê de Endama KJA'yê Sînem Işik axivî û ev tişt anîn ziman: "Di esasê xwe de Jineolojî, vegera cewhera li jiyana watedar e. Em jî dê bi van atolyeyan vê vegerê pêk bînin."

Atolyeya Jineolojiyê ya ku li hemberî hemû birdoziyên desthilatdariyên ku li ser bingeha cinsiyetparêziya civakê hatin avakirin, wek derketin û lêgerînekê 'jiyan û jin'ê ye. Ev atolyeye li Stenbol û Îzmîrê hatin vekirin. Kovara Jineolojiyê ya ku hejmara wê ya yekem di 8'ê Adarê Roja Jınên Cihanê de hatibû derxistin, bi vekirina van atolyeyên ku bi pêşengiya jinê hatin avakirin re dê di nava civakê de belav bibe. Jinên Komeleya KJA'yê yên Îzmîrê di hemû rojên şemiyê de li atolyeyên Jineolojiyê tên cem hev û li hemberî tahakûma mêrê serdest, pêşxistina zanista Jineolojiyê armanc dikin.

Endama KJA'yê Sînem Işik der barê xebatên xwe de agahî dan û diyar kir ku ji bo careke din derxistina nirxên mirovahiyê yên ku mirovahî pê hatin avakirin, xebatên Jineolojiyê gelek girîngin û ev tişt anîn ziman: "Jineolojî, bi armanca lêkolînkirina mijarên wek e veqetandina jinê ya ji xwezaya civakbûyînê, kolekirina jinê ya bi zihniyeta mêr û veqetandina jinê ya ji jiyana civakê, gelek girînge."

‘Jineolojî vegera cewhera li jiyana watedar e'

Işik da zanîn ku nîqaşên Jineolojiyê di heman demê de tê wateya nirxandinên avakirina jiyana nû û wiha dom kir: "Em dê li ser pirsên wek e 'Em ê bi Jineolojiyê jiyana civakê çawa watedar bikin, Em ê jiyanê çawa li ser paradîgmaya demokratîk û azad bidin ava kirin' nîqaşan bikin. Di esasê xwe de Jineolojî, vegera cewhera li jiyana watedar e. Em jî dê di van atolyeyan de vê veguherandinê bi afirînin."

“Em ê Jineolojiyê li ser 8 lingan nîqaş bikin'

Jin a ku li Atolyeyê ya bi navê Maîle Arîç jî der barê heman mijarê de axivî û diyar kir ku ji dîrokê heta roja me ya îroyîn zanist, her tim li gor hişmendiya mêr hatiye saz kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Lê em jî hewildidin ku bi Jineolojiyê ango zanista jinê ve rastiya vê yekê bidin zanîn. Em dê nîqaşan li ser 8 lingan bidin meşandin. Tevî nirxandinên pirsên weke 'Jin çiye? Jineolojî çiye? Nêrîna Femînîzmê ya ji bo Jineolojiyê çiye?' her wiha dê li Atolyeyan etîk, estetîk û demografîk werin kirin. Her wiha em ê mijarên ku di hin deman de jin ji bo febrîke û artêşan çawa hatin bikaranîn, nîqaş bikin. Zanistê çawa hilberîn ji jinan diziye û wek amûra tahakûmê bikar aniye, em ê nîqaş bikin. Her wiha zanista jinê ango aboriyê jî em ê nîqaş bikin."

(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN