Li Stenbolê jinek hat kuştin
STANBOL (DÎHA) - Li Stenbolê jina bi navê Aynûr Kanbûr a 49 salî, li mala xwe rastî êrîşek bi çekî hat û di encama vê êrîşê de Kanbûr jiyana xwe ji dest da. 
Li Stenbolê jina bi navê Aynûr Kanbûr a 49 salî, duh êvarî li mala xwe yî li Fûlyayê rastî êrîşeke çekî hat û di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Bi bihîstina dengên çekê cîranên Kanbûr, hayê polîsan bi bûyerê xistin. Polîsên ku hatin cihê bûyerê rastî bedena Kanbûr a bê giyan hatin. 
Piştî lêkolînên dozger, cenazeyê Kanbûr şandin Saziya Tibê ya Edlî. 
(red)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							