DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

KJA: Bila Wezîr Sema Ramazanoglu îstîfa bike

 
24 Adar
11:23 2016

AMED (DÎHA) - KJA'yê li hemberî daxuyaniya Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Sema Ramazanoglu ya têkîldarî Weqfa Ensarê ya "Careke pêkanîn ji bo ku saziya me ya bi xizmetên xwe derketiye pêş nabe hinceta reşkirinê" ku bi îstismara zayendî re hate rojevê nerazîbûn nîşan da û xwest îstifa bike.

Kongreya Jinên Azad (KJA) têkîldarî daxuyaniya Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Sema Ramazanoglu ya têkîldarî Weqfa Ensarê ya "Careke pêkanîn ji bo ku saziya me ya bi xizmetên xwe derketiye pêş nabe hinceta reşkirinê" ku bi îstismara zayendî ya li hemberî 45 zarokan hate rojevê daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di dema hikûmeta AKP'ê de şîdeta li hemberî jinan ji serî hezar 400 zêde bûye û gotina Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê yê berê Fatma Şahîn a "Çapemenî dinepixîne, şîdeta li dijî jinan di têgehê de bijarteyî ye" bi bîr xist û destnîşan kir ku berpirsyarên îro jî heman parastinê dikin û ev yek zarokan ber bi rewşekî neewle ve dibe.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Wezîr Sema Ramazanoglu parastin û xilaskirina Qewfa Ensarê girtiye rojeva xwe. Di berdewaya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Desa dozgeriyê biryara napenîtiyê danî li ser dosyayê û ji raya giştî vedişere, daxuyaniya Ramazanoglu hem weqfê hem jî tecawizkar diparêze. HEke ji her kes û sazî tacîz û tecawiza ku careke pêk tê daxuyaniyên normal dibine bide ev dê bê wateya teşwîqkirina bi dehan milyonên bi vî rengî li Tirkiyeyê pêk bê û dê bê normal dîtina vê yekê. Di bûyerên bi vî rengê nemirovî de li pêşberî raya giştî daxuyaniyên bi vî rengî dayîn ferasetên zayendperest teşwîq dike û cesaretê dide. Berê jî Serokatiya Karên Diyanetê ya AKP'ê di malpera xwe de bersiva 'maçîkirina bavêkî, keça xwe an jî şehwet nêzîkbûna wê bi mehre re eleqadar nîne' dabû pirsekî ev yek jî wekî daxuyaniyekî cesaretê dide istismara zarokan hatibû nirxandin. Em weke Kongerya Jinên Azad ev bûyera qewimiye, wekî bûyerekî nemirovî digirin dest, bang li raya giştî dikin ku bişopînin. Dîsa bang li Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Sema Ramazanoglu dikin û dixwazin îstifa bike."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN