DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Li 10 hezar kedkarên perwerdehiyê lêpirsîn hate vekirin

 
23 Adar
09:24 2016

ENQERE (DÎHA) - Bi giştînameya ku di 17'ê Sibatê de hate derxistin a ku rê dide xebatkarên cemaweriyê yên muxalîf ji kar bên derxistin, heta niha der barê 10 hezar kedkarên perwerdehiyê de lêpirsîn hate vekirin. Sekretera Giştî ya Egîtîm Sen'ê Sakîne Esen nirxandina "li gorî xwe teşe didin perwerdehiyê" kir got ku hikûmeta AKP'ê bi rêxistinbûnên bi vî rengî ve hewl dide sendîkayên muxalîf biçewisîne.

Piştî ku giştînameya rê dide ji kar derxistina xebatkarên cemaweriyê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hate derxistin kedkarên cemaeriyê jî girtin bin dorpêça lêpirsînin. Di îmzeya Serokwezîr Ahmet davutoglu ve di 17'ê Sibatê de "Giştînameya Serowezîrtiyê ya Xebatkarên Cemaweriyê yên ib Rêxistin û Dezgehên Ewheliya Neteweyî Tehdîd Dike" hate derxistin heta niha nêzîkî 10 hezar kedkarên perwerdehiyê de lêpirsîn hate vekirin. Di nava heman demê de 4 kedkarên perwerdehiyê jî di çarçoveya giştînameyê de ji ber pavrekirinên xwe yên di hesabên xwe yên medyaya civakî de ji kar hatin durxistin.

Sekretera Giştî ya Egîtîm Sen'ê Sakîne Esen ev rewşa ku xebatkarên muxalîf ên cemaweriyê rû bi rû mane nirxand û diyar kir ku di çarçoveya giştînameyê de xebatkarên cemaweriyê yên muxalîf tên hedefgirtin.

'Li gorî xwe teşe didin perwerdehiyê'

Esen bilêv kir ku îxtidar li gorî îdeolojiya xwe teşe dide hemû qadên kar û jinûve dizayn dike. Esen wiha axivî: "AKp ev demeke dirêj e dixwaze li gorî xwe teşe bide qada qperwerdehiyê. Lê ji ber ku qada perwerdehiyê rêxistinkirî ye nekarîn vê yekê pêk bînin. Niha jî bi giştînameyan ve sendîkayên muhalîf ango me dixwazin bêbandor bikin û bi vî rengî dixwazin li gorî xwe teşe bidin perwerdehiyê."

'AKP hewl dide sendîkayên muxalîf tune bike'

Esen destnîşan kir ku hikûmet dixwaze hemû sazî û dezgehên civakî yên dijberî xwe biçewisîne, modelekî rêveberiyê ya faşîşt ava bike. Esen diyar kir ku bi giştînameyê ve AKP dixwaze ku hemû sendîkayên ku li dijî AKP'ê disekinin tune bike, vî hedef dike. Esen nirxandina "Bi giştînameyê vê hem li ser civakê pêkûtiya psîkolojîk tê afirandin hem jî dengê perwerdekarên muxalîf bêdeng dikin. Lê em ê ku caran bêdeng nemînin" kir.

'Wekî keyayan tê xwestin perwerdekar jî sîxuriyê bikin'

Esen herî dawî ev tişt anî ziman: "Anîn merhaleke wisa ku dema ku mirov li odeyên mamosteyan diaxivin fikara gelo dê yên nêzî AKP'ê gilî bikin dijîn. Girseyeke evqas girîng girtina bin pêkûtiyan, manûplekirin ji bo demokrasiyê pirsgirêkek e. Tê xwestin ku perwerdekar jî wekî keyayan sîxuriyê bikin. Bi van pêkanînan ve baweriya civakê li hemberî perwerdekaran kêm dibe û perwerdekar ji karê xwe tên durxistin û ber bi sîxuriyê ve diçin."

(sa)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN